Katrîn Jakosottîr bû serokwezîra Îzlandayê 2017-12-01 11:46:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Tevgera Keskan a Çepgir Katrîn Jakobsdottîr bû serokwezîra hikûmeta koalîsyonê ya Îzlandayê.   Seroka Tevgera Keskan a Çepgir ya Îzlandayê  Katrîn Jakobsdottîr erka serokwezîrtiyê dewr girt. Katrîn a 41 salî bû 2'emîm serokwezîra jin a Îzlandayê.  Hat diyarkirin ku Katrîn a bû serokwezîr herî zêde girîngiyê bide binesaziya perwerde, ragihandin, wekheviya zayendî û mafên LGBTÎ yan.   Katrîn Jakobsdottir, a ku di sala  2003'yan de ji Tevgera Kesk re serokatî kir û di heman demê de wezîrtiya perwerde, zanist û Çandê jî kiriye.