Lîstikvana Misirî Şadiye jiyana xwe ji dest da 2017-11-29 14:48:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Misirê lîstikvana ku bi navê Şadiye dihat naskirin (Fatıma Ahmet Kemal Şakir) li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû jiyana xwe ji dest da.   Li Misirê lîstikvana sînemayê ya 86 salî ya bi nasnavê Şadiye (Fatıma Ahmet Kemal Şakir) dihat naskirin li  nexweşxaneya ku lê tedawî dibû jiyana xwe ji dest da.   Fatima ya ku di sinemaya Misirê de di navên pêş de cihê xwe digirt, 8’ê Sibat a 1931’an de ji dayik bû. Fatimayê cara yekem di sala 1947’an de, di filmê bi navê “Kulîlk û Stirî” de rol standibû. Di heman salê de ji bo filmê bi navê “Di serkeftinê de aqil” ku ji aliyê Hilmî Rafle senaryoya wê hatibû nivîsandin û derhênertiya wê jî Muhammed Fevzî dikir rol stendibû.   Şadiya ku di dora 112 filmên sînemayê de rol girtibû, jiyana xwe ya hunerê ku 39 salan berdewam kiribû di 1986’an de bi dawî kiribû.