Di dema belavkirina alîkariyê de 15 jinan jiyana xwe ji dest da 2017-11-20 11:28:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fasê di dema ku alîkarî dihat belavkirin de 15 jinan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.   Li Fasê di dema belavkirina alîkariyê de ji ber tevliheviya ku derket  15 jinan jiyana xwe ji dest da 5 kes jî birîdar bûn. Di daxuyaniya nivîskî ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Fasê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku bûyer li navçeya sîdî ebu el -Alem ya bajarê Suveyrayê pêk hatiye.   Saziya ku alîkarî belav kir diyar kir ku wê tişta pêwist ji bo kesên di tevliheviya derket de zerar dîtina tişta pêwist bikin.