Zarokên keç yên Afganîstanê ji bo perwerdê têdikoşin 2017-11-19 09:30:49   NAVENDA NÛÇEYAN- Li Afganîstanê mafê perwerdê yên zarokên keç tê astengkirin.  Berdewamkirina perwerdê ji bo zarokên keç tê wateya şerkirinê.   NY’ê di 20’ê Mijdara 1989’an de Peymana der barê Mafên Zarokan de amade kir û mafên zarokan yên sereke xistin bin parastinê. Roja peyman hat qebûlkirin yanî 20’ê Mijdarê, wek Roja Zarokên Cîhanê tê qebûlkirin.  Lê di fîliyatê de mirov nekarin behsa xebateke ku mafê zarokan diparêze bikin.  Zarokên keç yên li Afganîstanê dijîn jî ji mafên wan yên perwerdê bêpar tên hiştin.   Li Afganîstanê zarokên keç yên di navbeta temenê 12-15’yî de ji sêyan du heb nekarin biçin dibistanê û li gorî ji sedî 66’ê zarokên kûr, tenê ji sedî 37’ê zarokên keç diçin dibistanê.   Li gorî îstatîstîkên hikûmeta Afgan  3,5 mîlyon zarok naçin dibistanê û ji van jî ji sedî 85 zarokên keçin.  Zarokên keç yên diçin dibistanê jî li herêmên gelek ji malên wan durin dixwînin.   Hinek birayên zarokên keç bi rêyên derveyê qanûnî diçin Îranê û ji bo xwişkên wan bixwînin pere ji malbatên xwe re dişînin û hinek zarokên keç jî ji bavên xwe veşarî perwerdê dibînin.   Di kon de perwerdê digirin   Li Afganîstanê piranî zarokên kûr û keç ji hev veqetandinî perwerdê dibînin.  Hikûmet ji bo zarokên keç kêmtir derfetê perwerdê dide.  dibistanê ji bo kûr û keç bi hev re bixwînin ji aliyê bexşvanên navneteweyî hatibûn avakirin lê dewletê ev jib o zarokên kûr veguhert. Zarokên keç jî di kon de perwerdê dibînin.   Raporên ku dibêjin êdî yên bexşê dikin jî piştgiriya xwe dikişînin. Ev jî tê wateya ku zarokên keç terkî qedera wan hatine kirin.   Li hinek herêman jî zarok ji ber êrîşên Talîban nekarin biçin dibistanê.   Werger: JIN NEWS