Li Iraqê jineke rojnameger hat qetilkirin 2017-11-17 11:37:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser sînorê Sûriye - Iraqê li herêma El Qaîm jina rojnameger Rana El Uceylî ya ku xwest operasyona li dijî DAÎŞ'ê hatiye destpêkirin bişopîne hat qetilkirin.   Li ser sînorê Sûriye - Iraqê li herêma El Qaîm ji aliyê hêzên Iraqê û Heşdî Şabî ve oprasyon hatibû destpêkirin. Rojanamegera jin Rana El Uceylî ya ku xwest operasyonê bişopîne di encama teqîna mayînê de jiyana xwe  ji dest da û kameramanek jî birîndar bû.   Li Iraq a ku di nava welatên cîhanê de ji bo rojnamegeran welatê herî xeter e, li gorî daneyên Mala Azadiya Çapemeniyê hat diyarkirin ku di sala 2017'an de 7 rojnameger hatine qetilkirin û 11 rojnameger jî birîndar bûne.