Di keştiyeke penaberan de cenazeyê 26 zarokên keç hatin dîtin 2017-11-07 11:30:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Li peravên Bahraspî di keştiya ku 375 penaber tê de hebûn de 26 cenazeyên aîdê zarokên keç û berê jiyana xwe ji dest dane hatin dîtin. Polîs derbarê mirina zarokan de lêkolîn da destpêkirin û 2 kes jî binçav kirin.   Di yekşema çûyî de ji aliyê polîsên Îtalyayê ve li Bahraspî di kestiyek Spanyayê ya bi navê "Cantabrîa" de 9 jê jinên ducanî, 20 zarok bi giştî 375 penanber hatibûn dîtin. Herwiha di heman keştiyê de 26 cenazeyên zarokên keç ku berê jiyana xwe ji dest dane jî hatin dîtin.  Hat aşkerakirin ku derbarê zarokên bi eslê xwe ji Nîjeryayê ne ku temenê wan  di nav 14 -18 salan de diguhere 2 kes hatine binçvakirin .   Li gorî nûçeyên ku di medyaya Îtalyayê de hatin weşandin hat diyarkriin ku dozgerî li ser ku bê ka zarokê berî jiyana xwe ji dest bidin tundî li wan hatiye kirin an nehatiye kirin de lêkolînê dike. Piştî ku topsiya cenazeyan bê kirin wê li goristanên Salemo û yên derdora wê bên definkirin.   Herwiha li paravên Lîbyayê jî duh tekneyek ku 140 penaber tê de hebûn binav bû. Di encma binvabûna tekneyê de yek jê zarokê 5 penaberên Afrîkayî jiyana xwe ji dest dan. Rayedarên peravê yên Lîbyayê ku derbarê bûyerê de daxuyanî dan diyar kirin ku sedema binavbûna tekneyê tundî û tevgera bê fikar e û hat diyarkirin ku ji kesên di heman tekneyê de 58 jê hatin rizgarkirin.