Jin ji ber qanûnên bi sînor û kurtaja bê tedbîr jiyana xwe ji dest didin 2017-10-22 09:26:37 NAVENDA NÛÇEYAN- Yek ji welatên ku kurtaj di asta sînorkirî de qanûniye, Kenya ye û li wir jin ji ber kurtaja bê ewle jiyana xwe ji dest didin.  Jin diyar dikin ku divê hikûmeta Kenyayê mafên tenduristiyê ya jinan biparêze û wan bi sînor neke. Li Kenyayê yek ji pirsgirêkên tenduristiya gel, pirsgirêkên ducaniyê yên jinane. Pir caran jin ji ber nexweşiyên jinan jiyana xwe ji dest didin.  Li Kenyayê kurtaj qedexeye û di Destura Bingehîn ya 2010’an de ji bo jin kurtaj bibin îstîsnayên bi sînor lê zêde kirin. Li welat ger dermankirina lezgîn hebe û jiyana jinê di xetereyê de be, dikare kurtaj bê kirin.   Qanûnên bi sînor hatin ragîhandin lê sererastkirin tine   Xwişka mêrê bi navê James, ku rastî tecawiza sê mêran hatibû, ducanî mabû. Sê caran hewl da kurtaj bibe lê bi ser neket. Dora çaremîn cereband lê wê demê 8 mehî ducanî bû. James got piştî vê carê xwişka wî jiyana xwe ji dest daye. Her çiqas hikûmeta Kenyayê di mijara qanûna bi sînor a kurtajê de daxuyanî dabe jî di qada tipê de sererastkirinek nehat kirin.   Li Kenyayê Federasyona Parêzerên Jin a Kenyayê diyar kir ku ji ber qelsiya rehberê û tirsa lêpirsînê hinek pisporê tenduristiyê  di mijara kurtajê de ne bi daxwazin û li gorî qanûna cezaya Kenyayê jina kurtaj bike heta 7 salan rastî ceza tê û yên alîkariyê bidin wan jî heta 14 salan tên cezakirin. Parêzeran got gelek pisporên tenduristiyê ji ber vê mijarê hatine girtin.