Jina rojnameger, ji ber şertên xebatê yên giran jiyana xwe ji dest da 2017-10-06 11:19:21   NAVENDA NÛÇEYAN – Miwa Sado ya ku di avahiya fermî ya Japonyayê ya bi navê NHK de dixebitî û di nava mehekê de ji ber ku 159 saetan mesaî kir, qeyrana dil derbas kir.   Rojnameger Miwa Sado (31) ya ku li avahiya fermî (NHK) dixebitî di nava mehekê de 159 saetan mesaî kir. Mîwa di vê serdemê de tenê du rojan destûr bi kar anî. Ofîsa Standartên Xebatê ya Tokyoyê diyar kir ku sedema mirina Miwayê xebata zêde ye.     Marsûrî Takahashî jî xwe întîhar kiribû   Wekî bûyera Mîwa Sado  meha Avrêl a 2015 an  de jina 24 salî û bi navê Marsûrî Takahashi jî xwe întihar kiribû. İntihara Marsûrî şerdên xebata Japonyayê dîsa anîbû rojevê û nîqaşek navneteweyî dest pê kiribû. Serok Shinzo Abe pêdivî dît ku şertên xebatê ber çav derbas bike. Tê hêvîkirin ku mirina Mîwayê  zextên li ser mijara şertên xebatan de zêde bike.