Amerîka kurtajê dike sînordar bike 2017-10-04 15:39:47   NAVENDA NÛÇEYAN- Meclîsa Rayedarên Amerîqayê sazkirina zagona kurtajê erê kir. Bijîşkên ku piştî hefteya 20 în a himlebûnê, kurtajê bikin dê cezayê pereyan an jî heta pênc salan cezayê girtîgehê lê bê birîn.   Li gor nûçeya Deuche Welle'nin tenê wekî tecawiz, ensest an jî jiyana dayikê di talûkê de be îstisnayê pêk tînin. Komarparêstan gotin "erê" Demokrat jî gotin "na".   Serokê ABDê Donald Trump piştgiriyê dide pêşnûmeya zagonê. Li gor daxwiyaniya ku li Qesra Spî hat dayîn dema ku du aliyên Kongreyê ji pêşnûmeyê re bêjin erê dê Donald Trap erê bike.