Ji Amineh Kakabahev ji bo Fîgen Yuksekdag nameya piştgirêyê 2017-09-29 12:55:39   NAVENDA NÛÇEYAN- Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amineh Kakabaveh ji bo Hevseroka Giştî  ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag û parlamenterên HDP'ê yên girtî nameya piştgiriyê şand û diyar kir ku ji bo azadiya wan dê dest bi qampanyayek nû bikin.     Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amineh Kakabaveh ji bo Hevseroka Giştî  ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku ev salek e di girtêgehê de ye û parlamenterên girtî yên HDP'ê, nameya piştgiriyê şand. Amineh di nameya xwe de diyar kir ku dema welatek di sedsala 21’ ê de bibêje ez welatekî demokratîkim û mirovan ji ber fikrên  wan biavêje girtîgehan wê demê ew welat ne demokratîk e û li wî welatî pêkanînên serdema navên tên jiyîn.    Amineh di berdewamiya nameya xwe de wiha got:” Hemû cîhan ji tiştên ku li Tirkiyeyê diqewime haydar e, em li hemberî van tiştên ku tên jiyîn  bê deng namînin.”   Amineh di berdewamiya nameya xwe de bal kişand ser van gotinan:    "Min û hevalên partiyê gelek caran rewşa parlamenterên HDP’ê, endam û rêveberên wê anî rojeva Parlamentoya Swêdê. Li parlamentoyê nîqaşên gelek girîng tên kirin. Hemû partî û parlamenterên parlamentoyê seba binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê tên kirin, helwestek hevpar diyar kirin. Ez ji bo serîhildana we ya bi rûmet we pîroz dikim û bi hesret we hembêz dikim."