Ji objektîfa Deepti Asthana jinên masîvan û çîrokên wan 2017-09-29 09:36:42   NAVENDA NÛÇEYAN-Wênekêş Deeptî Asthana ku jiyana jinên masîvan ya Eyaleta Tamîl Nadu ya Başûrê Hîndîstanê kir belge, berê objektîfa xwe dide çîrokên cuda yên jinan.   Wênekêş Deeptî Asthana  li gundê Dhanushkodî yê Eyaleta Tamîl Nadu ya Başûrê Hîndîstanê jiyana jinên masîvan ên dest ji hevjînên xwe berdane dike belge.  Piraniya jinên li gund dijîn masîvaniyê dikin û jiyana xwe didomînin.  Her jinek çîrokên wan yên cuda hene.   Ji objektîfa Deestptî çîrokên çend jinên masîvan   Muthukaraupayi:Ji bo li zarokên xwe binêre masîvaniyê dike   Muthukaraupayî ya 52 saliye ku 24 sal berê ji hevjînê xwe veqetiya ye. Ji wê rojê heta niha ji bo li du keçên xwe binêre masîvaniyê dike. Keça wê ya 26 salî Amudha û ya 29 salî Selvî, dema dayika wan dest ji bavê wan berda  2 û 5 salî bûn.  Her du jî beriya 18 saliya xwe zewicîne.   Hemû masîvaniyê dikin. Selvî dema 8 salî bû bi dayika xwe re dixebite û naçe dibistanê.  Selvî ji ber 14 salî ducanî ma bi hevjînê xwe re demekê cuda dimîne.  Lê Selvî 8 sal şûnde dest ji hevjînê xwe berdide. Kurê Selvî Nambudîvî niha 14 saliye û naxwaze kurê wê di şîrketekê de bixebite.   Keça wê ya din Amudha, ji xwişka xwe Selviyê cudatir diçe dibistanê. Piştre dixwaze dibistanê berdewam bike lê dayika wê nekare wê bişîne dibistanê.  Piştre Amudha jî masîvaniyê dike. Niha du zarokên Amudha hene û du sal berê dest ji hevjînê xwe berdaye.   Jinên dest ji hevjînê xwe berdane rastî newekheviyê tên   Jiyana jinên masîvan wek ya Dhaushkodî di nava zehmetiyê de derbas dibe. Li vî gundî ji 10 jinan yekê dest ji hevjînê xwe berdaye. Jinên dest ji hevjînê xwe berdane jî rastî newekheviyê tên.