Tiştên ku li Erebistana Siûdî û li Welatên Din ji Jinan re Hatine Qedexekirin 2017-09-28 14:20:59   NAVENDA NÛÇEYAN- Li gelek welatên cîhanê sînordarkirinên li hemberî jinê bi rêya zagonan tê rewakirin. Li gelek welatên ku bi rêgezên şerîatê tê birevebirin şahidiya  jinê û mêr ne wek hev in . Li hinek welatên din jî qadên xebatê yên jinê bi hinceta ‘ewlehî tuneye’ tên tengkirin.   Li welatên cîhanê bi rêya zagonan li dijî jinê gelek sînordarkirin pêk tên. Ji van welatana yek jê Erebîstana Siûdî  ye. Li Erebistana Siûdî li dû gelek salên dirêj Kral Salman bîn Abdulazîz el Suud destûr da ku jin bikaribin wesayetê biajon.     Dîsa jî li vî welatê zêde muhafazakar gelek tişt ji bo jinê qedexe ye.   HRW jî rexne dike   Li Erebîstana Siûdî jin destûra gelek tiştî ji mêran dixwaze. Ev tiştana: Girtina pasaportê, derketanina derveyî welat, zewac, vekirina hesabê banqayê, avakirina şîrketan, li gor daxwaza xwe kirina emeliyatê, jiderketandina girtîgehê.   Bi hinceta şîroveyên muhafazakar sîstema welayetê li dijî jinan tê bi kar anîn. Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan ji ber ku ev sîstema welayetê mafê  biryardayina jinê ji destê jinê digire vê sîstemê rexne dike.   Welayeta zarokên xwe nikarin bigirin   Jin li dijî van dijwariyan ji bo mafê xwe protestoyan li dar dixin.   Şahidiya mêrekî wekî şahidiya du heb jina ye   Di warê sîstema zagonê de jî jin tê cuda  kirin. Piştî ku jin dev ji hevserê xwe berdide, dema kurikê wan ji heft salî mezintir be, keçik jî ji neh salî mezintir be pir zehmet e ku welayeta zarokê xwe bigire ser xwe. Dema ku dayik ne ji Erebistana Siûdî be yan jî ne misliman be ev dijwartir dibe.   Heta ku çarçef neyê lixwekirin derketandina derve qedexe ye   Tiştê ku jinên Suudî nikarin bikin yek jî jê heta ku çarçefê li xwe nekin nikarin derkevin derve. Ev rêgeza ji bo jinên ne misilman in ne derbasdar e. Jinên ne misliman  ne mecbûr in ku porê xwe bigirin.      Ne qansî Erebistana Siûdi be jî li hinek welatên cîhanê qedexeyê ji bo jinê ev in:   *Li Çîn’ê wezîrtiya perwerdeyê pîşeyên wekî  madenvanî, muhendistiya tunelan û hwd. tê qedexekirin. Hincet jî ‘elehiya jinê’  ye.   * Li Îsraîl’ê heta destûra mêr tunebe jin nikare doza jihevberdanê veke.   *Li Îngilistan’ê di dozekê de destûr nehatiye dayin ku jin dev ji hevserê xwe berde.   *Li Rûsya’yê jî pîşeyên wek vekujeritî, marangozî ji bo jina qedexe ye.   * Li Endonozya’yê dema ku jin pantorê teng li xwe dikin, pantorê wan ji wan tê girtin.   * Li Sûdan’ê jinên ku pantora li xwe dikin tê qirbaçkirin.