Tora Mafên Mirovan: 30 hezar zarok li Sûriyeyê hatine kuştin 2026-11-20 15:57:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyî da zanîn ku ji sala 2011'an heyanî 2026'an zêdetirî 30 hezar zarok li Sûriyeyê hatine kuştin.   Bi boneya 20`ê Mijdarê Roja Zarokan a Cîhanê, Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyî daxuyanî da.   Di daxuyaniyê de diyar kir ku wan belge kiriye ku li Sûriyeyê ji Adara 2011'an ve heyanî 2026'an zêdetirî 30 hezar û 756 zarok hatine kuştin. Her wiha 232 zarok li navendên destgîrkirinê di bin îşkenceyê de hatine kuştin û 5 hezar 372 zarok hatine girtin, destgîrkirin an jî bi darê zorê hatine revandin.   Her wiha di daxuyaniyê de hate ziman ku 23 hezar û 146 zarok berî sala 2026'an  û 117 zarok îsal hatine kuştin. Ji 8'ê Kanûna 2024'an ve jî 161 zarok di encama teqîna bermahiyên de hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye.   Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku divê berpirsên kiryaran bêne cezakirin. Aqûbeta zarokên windayî bê zelalkirin, her wiha wan tedawî bikin û tezmînat jê re bê dayîn.