Li Nepalê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 903'yan 2026-08-31 10:33:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Rasuwa ya Nepalê ku li ser sînorê Çînê ye, hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 903'yan. Her wiha 4 hezar û 247 kes jî winda bûn.   Bîlançoya felaketa lehiyê ya hilweşîner a li Nepalê ya li ser sînorê Çînê giran dibe. Li gorî daneyên demkî yên Saziya Rêveberiya Afetê ya Nepalê ku roja duşemê eşkere kir, di lehiyê de 903 kes mirin, 4 hezar û 247 kes jî winda bûn.   Medya dewletê ya Çînê jî ragihand ku li Tîbetê 16 kes mirin û 546 kes winda bûn. Bi vî rengî bîlançoya giştî ya li Nepal û Tîbetê 919 mirî û 4 hezar û 793 winda ye.   Serokwezîrê Nepalê Balendra Shah felaket bi gotina "Afeteke xwezayî ya giran ku mirov nikarî xeyal bike û dilê mirovan parçe dike" pênase kir.