Li Girtîgeha Tehranê girtî bi darê zorê têne xebitandin 2026-06-06 16:56:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê derheqê şert û mercên giran ên li girtîgehên rejîma Îranê de raporek weşand û diyar kir ku beşek ji girtiyên li Girtîgeha Tehranê di sektorên çandînî û pîşesaziyê de bi darê zorê têne xebitandin.   Navenda Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê têkildarî rewşa dijwar a li girtîgehên rejîma Îranê, raporek belav kir.   Di raporê de hat diyarkirin ku beşek ji girtiyên li girtîgeha Tehranê ji aliyê desthilata Îranê ve di sektorê çandinî û pîşesaziyê de bi darê zorê têne xebitandin.   Hat destnîşankirin ku Komelgeha Çandinî û Pîşesazî ya Fedek li parêzgeha Tehranê, zêdetirî 1500 hektar zeviyên çandiniyê, baxên zeytûnê, xwedîkirina heywanan, xwedîkirina hêştiran û kargehên pîşesaziyê di destê xwe de digire.   Li gorî di raporê de hatiye ragihandin ev der bi tevahî bi hêza karkerên girtiyên cezakirî tê birêvebirin, her wiha girtî ji mafên xwe yên sîgortayê, ewlehiya pîşeyî û heqdestê wekhev bêpar in ku ev tenê wekî hêza karker a erzan ji bo bazirganiya yekalî tê bikaranîn.   Her wiha rêxistinê destnîşan kir ku bikaranîna girtiyan di karê bi zorê de bûye sedema ji holê rakirina lêçûnên sîgortayê, kêmkirina erkên xwediyê kar û bilindbûna qezenca darayî yê saziyên ser bi deshilatê re.   Hêjayî gotinê ye ku rêxistinên mafên mirovan hişyariyê didin ku hiştina girtiyan di nav şert û mercên neheq ên karkirinê de, dijberiya eşkere ya peymanên Rêxistina Navdewletî ya Kar (ILO) û prensîbên navdewletî yên Nelson Mandela ye. Di van peymanan de tê diyarkirin ku nabe karê girtiyan li girtîgehan bibe amûrek ji bo çewisandina mirovan û komkirina qezenca darayî ji bo xwediyên karan.