NADA ji bo Komeleya Jinên Demokrat banga piştgiriyê kir 2025-11-25 12:39:59     NAVENDA NÛÇEYAN - Hevgirtina NADA’yê bi daxuyaniyek, hevgirtina xwe ya bi Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê re diyar kir, astengkirina xebatên wê şermezar kir û tekez kir ku dê desteka xwe ji bo tevgerên jinan ên li herêmê bidomîne   Di çarçoveya destekdayîna dozên jinan û têkoşîna li dijî hemû cureyên tundî û cudakariyê de Hevgirtina Hinên Demokratîk a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê 'NADA' daxuyaniyek peyama hevgirtina bi Komeleya Jinên Demokrata a Tûnisî re da û diyar kir ku bi yekbûna jinan dê pêşî li astengiyan were girtin.   36 sal in pêşengiyê dike   Di daxuyaniya NADA’yê de wiha hat gotin: “Ji bo raya giştî, jinên azad û demokrat. Di 24'ê Cotmeha borî de, di çarçoveyeke siyasî ya bi aloz de ku Tûnis ji dema ragihandina tedbîrên awarte ve tê de ye, biryarek hat dayîn ku çalakiyên Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê ji bo mehekê, li gorî Fermana Hejmar 88, werin rawestandin. Tiştên ku em îro dibînin sînordarkirinek zêde li ser qada xebata sivîl û jinan heye. Ji ber ku çalakiyên gelek saziyên bi ruxset hatine rawestandin ku ev yek ji prensîbên demokrasî û azadiya siyasî dûrketinek eşkere ye. Komeleya Jinên Demokrat a Tunisê, 36 sal in, pêşengiyê ji bo jinan dike. Wê ji bo bicihkirina wekheviyê, têkoşîna li dijî cudakariyê û hêzdarkirina jinan şer kir. Bi saya wê û bi saya gelek rêxistinên jinan ên çalak, têkoşîna jinên Tûnisî ji bo jinên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bû çavkaniya îlhamê. Komele her wiha beşdarî avakirin û tevlêbûna torên herêmî û cîhanî ji bo parastina demokrasiyê bû.”   Çalakiyên 25’ê Mijdarê hat   Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku rawestandina çalakiyên komeleyê ji bo mehek binpêkirina mafên jinan û mafên xebatê ye û wiha hat gotin: “Bi hatina 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna bi Tundiya li Hemberî Jinan re têkoşîna li dijî tundî û cudakariyê, ev biryar hatiye girtin. Ev biryar şêweya herî bilind a tundî û cudakariya li dijî jinan temsîl dike. Li welatekî ku jin her gav di pêşengiya rêvebirinê û têkoşînê de bûne biryarên wiha ten girtin. Em piştgiriya xwe ya dilsoz ji bo komeleyê di rûbirûbûna her cure tundî û dûrxistina ku jinên Tûnisî pê re rû bi rû dimînin de diyar dikin. Em di vê baweriyê de ne ku mafên jinan beşek yekgirtî ya mafên mirovan ên bingehîn in û bidestxistina wekheviya zayendî û edaletê berpirsiyariyek hevpar e ku dikeve ser milên hemû aktorên di civaka sivîl de.”   Hevgirtina NADA’yê bang li hemû rêxistin û kesayetên herêmî û navneteweyî kir ku vê daxuyaniyê îmze bikin, da ku hevgirtina xwe bi komeleyê re diyar bikin û piştgirî bidin hewldanên wê yên ji bo pêşxistina mafên jinên Tunisî û rola wan a girîng di civakê de û wiha bi dawî bû: “Em daxwaza dikin ku yekser ev biryara kêfî ya li dijî Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê hatiye girtin were rakirin û bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku ji bo rawestandina vê biryarê mudaxele bikin û zextê bikin. Hevgiritina Jinên Demokrat li Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîkayê û cîhanê bi hevgirtinê, dengê xwe ji bo daxwaza edaletê bilind dike.”