WHO: Tundiya li dijî jinan di asta 'dîrokî' de ye 2025-11-20 12:45:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya 19’ê Mijdara 2025’an eşkere dike ku tundiya li dijî jinan li seranserê cîhanê gihîştiye "astên dîrokî".   Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), derbarê kuştina jinan de raporek eşkere kir. Rapora ku li ser denayên berfireh hatine amade kirin, nîşan dide ku tevî hewldanên siyasî û civakî yên di 20 salên bihurî de, pêşveçûn çênebûye.   Li gorî raporê li seranserê cîhanê 840 mîlyon jin, di jiyana xwe de rastî tundiya fîzîkî û zayendî hatine. WHO'yê destnîşan dike ku ev rêje bêyî ku herêm û dahat bê cudakirin, dişibihe hev.   Li gorî daneyên berfireh ên ku îsal cara yekem hatine weşandin, 263 mîlyon jin ji 15 saliya xwe ve ji hêla kesên nasê xwe ve rastî tundiya zayendî hatine. Di 12 mehên bihurî de 316 mîlyon jin jî rastî tundiya hevjînê xwe hatine.   WHO radigihîne ku di nav 20 salan de tundiya li dijî jinan tenê ji sedî 0.2 kêm bûye. Dîrektorê Giştî yê WHO'yê Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus tundiya li dijî jinan wekî "yek ji neheqiyên herî kevin ên mirovahiyê" û "krîzek kûr a civakî" bi nav dike.   Rapor, diyar dike ku bi taybetî jinên ciwan ên di navbera 15-24 salî de herî zêde di xetereyê de ne. WHO destnîşan dike ku tundî bandorek giran li ser pêvajoya mezinbûna jinên ciwan û avakirina jiyana wan dike.