Di qezaya Misirê de 32 kesî jiyana xwe ji dest dan 2023-10-28 14:04:57       NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Buheyra yê Misirê gelek erebe li hev qelibîn, di encamê de 32 kesan jiyana xwe ji dest da û 63 kes jî birîndar bûn.   Li gorî rojnameya El Ehram, di encama qezayekê de ku gelek erebe li ser rêya bajarê Buheyra yê Misrê li hev qelibîn, 32 kes mirin û 63 kes jî birîndar bûn.   Li gorî agahiyên destpêkê, li rê zeyt ji erebeyekê herikiye, di encamê de gelek erebe li hev qelibîne û agir bi hinan ketiye.