Bîlançoya qurbaniyên erdheja Efganistanê giran dibe 2023-10-09 12:28:11       NAVENDA NÛÇEYAN - Di erdheja li Efganistanê de heta niha 2 hezar û 445 kesan jiyana xwe ji dest daye, 9 hezar û 240 kes jî birîndar bûne.   Li gorî ajansa Reutersê, hejmara qurbaniyên erdheja Efganistanê derket 2 hezar û 445 kesan, ya birîndaran jî gihîşt 9 hezar û 240 kesî. Hat ragihandin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin û hikumeta Talîbanê ji bo alîkariya navneteweyî banga lezgîn kiriye.   Di 7'ê Cotmehê de li bajarê Herat ê Efganistanê ku nêzî sînorê Îranê ye erdhej çêbibû. Yek ji wan bi hêza 6.3 pêk hatibû. Erdhejê bandor li herêmên bakur rojhilatê Îranê jî kir.