Jinek ji ber xwe ji êrişkar parast, hat cezakirin 2023-08-23 12:58:24     NAVENDA NUÇEYAN - Jinek dema rastî êrişek zayendî hat, bi saya perwerdeya boksê êrişkar li erdê xist. Dadgeha welêt bi hinceta pir hişk bersiv daye êrişkar, bi tarîfa‚ dûzen û hizûra raya giştî xira kiriye‘ cezayê pere da mexdûra êrişê. Dadgeha Qeredax bi biryara skandal bu rojeva sereke ya welat.   Pirsgirêk bo jinan li her welatî dişibin hev, ji ber êrişkar têne parastin û mexdûr têne sucdarkirin. Ev pirsgirêk li welatê Belkan Qeredax jî rojevek tirajîk komîk bi xwe re aniye. Dadgeha welêt ceza da jinek ji ber ku xwe li hemberî êrişkar pir bi bandor parastiye.   Jina behsa wê tê kirin Milica Zivkovic ya 24 salî ye. Dema bi hevalekî xwe re li bajarê Kolasin li kolanê dimeşin bi êrişa zayendî ya mêrekî re rû birû hatin. Milica bi saya perwerdeyek sporî ya bi boksê dîtibû xwe û hevala xwe bi bandor parast û êrişkar bê bandor kir. Dadgeha bajêr parastina rewa ya Milica kirî wek “derbas kirina sînorê parastina rewa” şîrove kir û bi hinceta “dûzen û aştiya nav raya giştî de xirakiriye” cezayê pere lê birî. Ev yek rastî nerazîbunek mezin a civakê û saziyên mafên jinan hat.   Êrişkar bi pere hate berdan   Êrişkarê herdû jinan, rûxmê îfadeyên hewldana destdirêjiyê hate berdan. Ji bo êrişkar tenê cezayê 370 Euro bide têr hate dîtin. Tevî taleba girtina êrişkar hebu carekê de berdana wî bi cezayê pere jî bo sedema bertekên mezin.   Ev biryar wek sikandalek pir mezin li tevahî welêt bûye rojev ji ber ku destûr nedana dadgehê ya ji bo xwe parastina rewa mijarek gelek tirajîk komîk e ku bu sedema çalakiyên girseyiî jî.   Çalakvanan cezakirina êrişkar daxwaz kir   Li welêt êrişa zayendî di wê astêde sivik girtina dest û biryarên sosret dayîna dadgehê nerazîbûnên mezin bi xwe re anî. Rêxistinên Mafê mirovan û mafê jinan li welat mijar xistin rojeva xwe û çalakiyên girseyî lidarxistin, bertekên xwe li hemberî dadgehê û pergala darezê nîşan dan. Çalakvanan cezakirina êrişkar daxwaz kir.   Piştî van pêşketinan Serokwezîrê Qederaxê Dritan Abazovic jî bi twîterekê daxuyaniyek da, biryara dadgehê wek ‘mixabinî hilwêşer’ binav kir û got vê buyerê jî nîşan da ku çiqas girîng e di meqema daraz a welêt de guhertin bêne kirin. Dritan bi van gotinan piştrgiriya xwe bo Milica ya ku parastina bi bandor kirîbû jî anî ser ziman; “Wê bi awayek wêrek û sikûnet xwe li hemberî yê zorba parast; yê lêdan xwar yê zorba bû”.   Tê payîn ku piştî van pêşketinan di siyaseta welêt de hinek sererast kirin di mijara parastina mafê jinan û pêşî girtina êriş û tundiya li ser jin jî bê rojeva parlamenê.