Di şewata li Yewnanistanê cenazeyê 20 koçberan hat dîtin 2023-08-23 11:54:18     NAVENDA NÛÇEYAN - Di şewata li Yewnanistanê derketî cenazeyên 20 kesan ku tê texmînkirin koçber bin, di sînorê navbera Yewnanistan û Tirkiyeyê de hatin dîtin.   Wezareta Navxweyî ya Yewnanistanê ragihand ku, tîmên agirvemirandinê cenazeyê 20 kesan li daristanên sînorê di navbera Yewnanistan û Tirkiyeyê de dîtine ku hemû di encama şewata daristanan de bi temamî şewitî ne û gûman tê kirin ku koçber bin.   Herwiha di daxuyaniya wezaretê de hate diyarkirin ku ji bo lêgerîna di nava daristanan ya cenaze û birîndaran de tîmek a destwerdana lezgîn hatiye pêkanîn, her wiha koçber li wan daristanan hebin wan veguhêzin cihên aram.   Di daxuyaniya Wezaretê de hate gotin ku cihê ku cenazeyên şewitî lê hatiye dîtin, xeta derbazbûna bi qeçaxî ya koçberane ku ji Tirkiyeyê derbazî Yewnanistanê dibin û ji wê derê derbazî Ewropa dibin.   Nêzîkî du hefteyane agirekê berfireh bi daristanên Yewnanistanê ketiye û bi hezaran kes ji ber şewatê koçber bûne û ziyaneke mezin gihiştiye nîştecihên herêma şewatê.