Ji Rêxistina Efûyê derbarê serhildana 'Jin jiyan azadî' de rapor 2023-08-21 15:52:58     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efûyê ya Navnteweyî ku bi nêzbûna salvegera qetilkirin Jina Kurd Jîna Emînî re di rapora amade kir de got, "Serhildana 'Jin jiyan azadî' de malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dan ji aliyê Îranê ve bi awayê kêfî tên binçavkirin û girtin, kesên hatine qetilkirin gorên wan texrîb dike û bîranîna wan jî bi tundiyê asteng dike."    Di ser qetilkirina Jina Emînî a ji aliyê’polîsên exlaqÊ’ hema hema salek derbas bû. Piştî qetilkirina Jina Emînî serhildana “Jin Jiyan Azadi” a ku li tevahî welat belav bû berdevam dike. Di dema protestoyan de  bi sedan kes di nav de zarok jî heye ji aliyê rejîma Îranê ve hatin qetilkirin, bi hezaran kes bîrîndar bûn û bi dehan kes hatin girtin.   Malbatên kesên ku hatin qetilkirin tên cezakirin   Rejîma Îranê bi nêzbuna salvegera serhildanê re zextên xwe zêde kir. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî  di daxuyaniya îro parvekir de diyar kir ku hatiye despîtkirin ku rejîma Îranê malbatên kesên ku hatin qetilkirin bi nêzîkatiyek keyfî binçav dike, li ser kesên ku bi aştiyane li merasîman kom dibin bi qedexeyên hişk tînin û zirar didin goristanên kesên ku hatine qetilkirin. Di raporê de, kiryarên desthilatdarên Îranê yên ku di encama binpêkirina mafên wan de, êş û azarên derûnî û di nav malbatên xizan de pêk anîne, weke binpêkirina qedexeya tam a îşkence û kiryarên din ên hovane, dijmirovî û heqaretê li gorî navneteweyî hatiye nirxandin.   Der barê malbatan de 36 bûyer hatin belgekirin   Di raporê de 36 dosyayên malbatên ku li 10 bajar û navçeyên curbicur ên Îranê dijîn û rastî binpêkirina mafên mirovan di mehên borî de hatine tomarkirin, tê de malbatên 33 kesên ku di xwepêşandanan de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine qetilkirin, bi malbatên 2 kesên ku di çarçoveya xwepêşandanan de bi awayekî keyfî hatin înfazkirin û di binçavkirinê de bi îşkenceyê hatin înfazkirin cîh digre.   Daxwazên edaletê bi binpêkirinan hatin bersivandin   Di raporê de ev tespît hatin kirin:“Binçavkirin û girtina malbatên xwepêşanderên tundûtûjî bi awayekî keyfî, dadgehkirinên ne adil bi tawanên nezelal, bêbingeh yên girêdayî ewlekariya netewî, di hin rewşan de bi zîndanîkirin, qamçîkirin, gazîkirina ji aliyê dozger an hêzên ewlehiyê, lêpirsînên bi zorê neqanûnî ye, hilweşandina gorên xizmên wan an jî zirar dayîna goran. Rayedaran her wiha nehiştin ku  endamên malbatê di rojbûna wan de li ser gorên xizmên xwe bimînin. Malbatên ku li dijî qedexeyan li hev civiyan, diyar kirin ku gelek endamên asayîşê li goristanê amade bûne, bi tundî bîranînan tespisandine, wêneyên beşdaran kişandine û bi awayekî keyfî endamên malbatê binçav kirine."   Goristan hatin xirakirin   Di rapora wêneyê goristana Jîna Emînî û 20 kesên din ên ji 17 bajaran ku di xwepêşandanan de hatin qetilkirin, hatine xirakirin cih digre de wiha hat gotin;   “Goristan bi zift û boyaxan hat boyaxkirin û xirakirin, kevirên goran hat şikandin û li ser keviran nivîsên ku kesên jiyana xwe ji dest dane mîna ‘şehîd’ penase dike ango destnîşan dike ku di oxira azadiyê de mirine hatin reşkirin. Rayedaran ji bo aşkerekirina kiryarên van sûcan û wan derxistina pêşberî edaletê tu lêpirsîn nedan destpêkirin û ji bo pêşî li car din xirakirina van goristanan bê girtin tu tedbîr negirtin. Hin goristan li pêş çavên malbatan ji aliyê hÊzên ewlehiyê ve hatin xirarkirin, hîn  ji wan nîvê şevê ango di seatên ku tu kes nîn in hatin xirakirin.”   ‘Sînorê stemkariya rayredarên Îranê nîn e’   Di raporê de cih ji nêrînên Alîkarê Dîrektorê Rêxistina Efû ya Navnetewî ya Heremî ya Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê Diana Eltahawy re tê dayîn û wiha hat gotin:    “Sînorê stemkariya rayedarên Îranê nîn e. Bi hewldanên xirab ên ji bo veşartina sûcên xwe, bi astengkirina daxwazên edaletê, heqîqet û ji nû ve çêkirinê ya malbatan, heta astengkirina çandina kûlîlkan a li ser gorên xizmên xwe êş û elemên ku ev kes dijîn zêdetir dikin. Bi nêzbûna salvegera serhildanê, malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane, bi fikar in ku rayedar ji bo bîranîna xizmên xwe nehêlin, serî li taktîkên xwe yên çewisandinê didin.”   'Li dijî binçavkirin û gefan divê malbat bên parastin'   Diana Eltahawy got ku divê civaka navdewletî piştgiriya malbatên kesên ku di xwepêşandanan de hatine kuştin, bike û zextê li rayedarên Îranê bike ku rêzê li mafê azadiya derbirînê, birêxistinkirin û kombûna aştiyane bikin, çi di warê taybet û giştî de bike. Diana Eltahawy diyar kir ku divê malbat ji binçavkirin û gefên keyfî bên parastin û wiha got: “Di heman demê de dewlet li dijî rayedarên Îranê ne ku her kesê ku ji ber parastina heqîqet û edaletê di derbarê mirinan de hatine girtin serbest berde, sûc û cezayên der heqê van kesan de betal bike. Ji ber ku nêrînên xwe anîne ziman jî ji bo tolhildanê, divê hemû sûcên ku li hemberî wî tên kirin bên rakirin."