Bi nêzbûna salvegera serhildanê re tundî zêde bû 2023-08-18 15:20:27       NAVENDA NÛÇEYAN - Bi nêzbûna salvegera qetilkirina Jîna Emînî re, hat diyarkirin ku rejîma îranê tundiya xwe zêde kiriye.   Piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî, serhildana “Jin jiyan azadî” li welat dest pê kir û dengê jinan li cîhanê belav bû. Di xwepêşandanan de piraniya wan zarok bi sedan kes hatin qetilkirin; bi hezaran kes birîndar bûn. Dewleta Îranê ji bo ku desthilatdariya xwe biparêze dîsa bi deh hezaran kes girtin.    Jinên aktîvîst hatine binçavkirin   Hate hînbûn ku li Îranê di nava hefteyekê de herî kêm 70 jinên aktîvîst hatine binçavkirin. Hejmara kesên ku hatine binçavkirin nayê zanîn, endamên malbatê yên ku di çalakiyan de zarokên wan jiyana xwe ji dest dan hatin girtin.   Navê hin jinên ku hatine girtin wiha ne: “Azade Chavoşian, Faough Sami Nia, Jaluh Javaheri, Yasmin Hashdari, Zahra Daders, Matin Yezdani, Shiwa Shah Siyah, Nagin Rezaee, Wahdeh Khosh Sirt, Sara Chani, Homan Taheri, Newsha Badie Sabet. .     Sewqiyata leşkerî didome   Li aliyê din hate gotin ku leşker şandine bajarên Kurdistan û Belûcîstanê ku serhildana “Jin jiyan azadî” lê zêde bûye. Li gor agahiyên hatiye bi dest xistin Di hefteya dawî de li bajarên Seqiz, Îlam, Mehabad, Kirmanşan, Sine, Dîwandere, Degulan, Makû, Urmiye, Sine, Merîwan, Şino û Kerec, Tebrîz, Meşhed, Kiş, Kirman, Yezd, Reşt, Bender Abbas, Abadan, Erdebîl, Tehran, Îsfehan, Kazwîn, Zîncan, Mazenderan û Hemedanê sewqiyata leşkerî ya dijwar hatiye kirin.