Talîban ji bo zarokên keç perwerde qedexe kir! 2023-08-06 19:50:01     NAVENDA NÛÇEYAN - Hat hînbûn ku li Afganîstanê Talîban li hinek bajaran ji bo zarokên keç yên di ser pola sêyemîn de biçin malên xwe talimat dane midûrên dibistanan.   Li Afganîstanê di Tebaxa 2021’e de Talîban piştî 20  slan şûnde rêveberiya welat ji nûve girt dest. Talaban qedexeya nû ya der barê zarokên keç de îlan kir. Hat hînbûn ku li hinek bajarên Afganîstanê tevlibûna dersên dibistana seretayî  ji bo zarokên keç yên di ser temenê 10’an de hatine qedexekirin.   Li gorî serwîsa Farsî ya BBC, wezareta pewerdê ya rêveberiya Talîban, ev qedexe ji midûrên dibistanê re ragîhandiye. Qedexeyên der barê jinan de   Talîban di 2021’ê de rêveberiya Afganîstanê girt dets û ji wê rojê heta niha zextên li ser jinan zêde dibin. Ji jinan dixwazin ku cil û bergên ku tenê çavê wan xuya dikin li xwe bikin û ji 72 kîlometreyî dur wêdetir jin bi xizmên xwe re biçin deran. Her wiha talîban di meha mijdarê de park, salonên sporê û hewz ji jinan re qedexe kirin.