Tara Fatehî: Ev berxwedanek di navbera nifşan de ye 2023-07-30 09:05:57     Melek Avci   ENQERE - Aktîvîsta Rojhilat Tara Fatehî got reviyên ‘jin jiyan azadî’ yên li Îranê hatine pêxistin netemiriye û got: “Şerê wan ji bo min jinên me yên pêşerojê ne. Her jin her Kurd di riya xwe de li berxwe dide. Di wan şeran de jinan têkoşîna xwe dan. Berxwedan fêrî zarokên xwe dikin. Ev berxwedanek di navbera nifşan de ye.”   Piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya li Tehranê hat qetilkirin şûnde li Îran û bajarên Rojhilat çalakiyên protestoyî yên hatin destpêkirin hîna jî didome. Serhildan li her qada jiyana civakî belav bû. Ligel vê tundiya bi vê re dest pê kir jî didome. Li Îranê çalakger bi îşkenceyê hatin qetikirin. Ji sedî zêdetir rojnameger hatin girtin.    Aktîvîsta Kurd Tara Fatehî der barê geşedanên dawî de nirxandin kir.   *Protestoyên Îranê hîna jî didomin. Zext û girtin jî didomin. Rewşa dawî ya Rojhilat û Îran çiye?   Tişta em dibînin mirov berxwedana xwe didomînin. Pêşî li wan nayê girtin. Lê teşeyê serhildana li dijî hikûmetê ji kolanan derket û bi teşeyên cuda didomin. Protestoyên cuda tên kirin, grevên kar hene. Li ser gorên kesên jiyana xwe ji dest dane tên gel hev. Her carê teşeyên cuda yên protestoyê pêk tên. Li Kurdistanê bi taybet li Rojhilat, gelê Kurd di salvegera kesên jiyana xwe ji det dane de, vê bibîranînê bi teşeyên cuda protesto dike û li ser goran tên gel hev. Bêguman mudaxale û berteka hikûmetê ya li hember gelê Kurd jî didome û neguheriye.    *Di serhildana li Rojhilat û Îranê de daxwazên jinan çi bûn?   Gelê Kurd her tim têkoşîn da. Niha hemû Îranî di şoreş û serhildanê de ne. Lê ev ji bo gelê Kurd pir cuda ye; Şoreş ji bo me pir cuda ye ji bo rê û azadiya me ye. Şoreş ji bo me gelê Kurd pir tiştî îfade dike. Wateya wê ji bo me pir cuda ye. Ji gelê Îranê pir cuda ye. Azadî ji bo me tê wateya zimanê dayikê, bikaranîna zimanê dayikê, xwendin, fêrbûna Kurdî bêyî zexta dewletê dîtina perwerdeyê. Azadî ji bo me van tiştan îfade dike. Di komara Îslamê ya Îranê de bêguman li hember jinan zext pir mezin in. Lê ger ku hûn Kurd û jin bin hûn du car zextan dibînin. Ev li gorî nasnameyê diguhere. Ji bo jinên Kurd têkoşîna azadiyê ne tenê ji bo sergirtin an jî cil û bergan e. Ji vê pir zêdetir e. Jinên Kurd di vê şoreşê de têkoşînek meizn dan.   *Piraniya gelên Îranê beriya şoreşê digotin em azad in. Li gorî we ev rast e?    Di 1979’an de pir qadên siyasî yên cuda hebûn. Li ser welat bandora dewletên biyanî hebûn û mudaxale hebûn. Lê ev şoreş mixabin şoreşa xespkirina mafan bû. Mixabin kesê nebaş hat desthilatdariyê. Gelek kes dibêjin Îran beriya 1979’an welatekî demokrat bû. Wek hûn dizanin ji bo jinan azadî hebû. Zexta îslamî tunebû. Şerîat tunebû. Azadiya cil û bergan û sergirtinê hebû. Lê  li ser gelan li ser kêmaran li ser Kurdan li ser Belûcan li ser Ereban zext her tim hebûn. Ev tu carê neguherî. Civak tu carî azad nebûn. Ev jî bû sedema şoreşê. Der barê kesê li ser desthilatdariyê ye pirsgirêk hene. Ew dîktatorek bû. Di 1979’an de dema hikûmet guherî rewş hîn bêtir xera bû. Zexta li ser jinan derket asta jor.   *Di serhildana li welat hat jiyîn de gelek kes hatin qetilkirin. Li hember xwendekarên jin çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Hûn vê çawa dinirxînin?   Jinên Îranê pir wêrek tevidgerin.  Înfaz, kuştin, revandin, îşkence, girtin, û gelekên din… Tevî van jin hîna şoreşê didomînin. Tiştekî bi heybet e. Ev têkoşîn ji bo her kesî ji bo azadiya her kesî bû. Fikra ‘jin jiyan azadî’ ne tenê jinan hemû civakê azad dike. Rihê ‘jin jiyan azadî’  bi pêşengiya jinên Kurd li Rojhilat pêş ket. Ev fikir li Îranê li seranserê welat hat qebûlkirin.   *Bandora vê dirûşmeyê ya li ser jinên Rojhilat û hemû jinan çiye?   Em bandora wê li Îranê bi aşkera dibînin. Jinên Kurd her tim bi rihê ‘jin jiyan azadî’ li kolanan bûn û bi dehan salan e li Tirkiye, Bakur û Rojava me ev dît. Civaka navneteweyî Rojava dît lê rih û têkoşîna jinan bi salan bû hebû. Ya li Rojava jî hat jiyîn jî ev bû. Li gorî min jinan êdî got ‘êdî bes e’. Ev jî bi rastî nîşan dide ku ‘jin jiyan azadî’ tê çi wateyê û mînaka herî xweş ya teoriya ku Abdullah Ocalan nivîsiye.   *Pergala li Rojava hatiye avakirin mînakek pergala azadî û wekheviya jinê ye gelo?   Belê, teqez wisa ye. Pergala li wê herêmê ji bo mirovan aştî, azadî û wekheviyê pêk tîne, pergalek mînak e. Ne tenê ev, Rojava her tim li derdorê hestiyar bû, di nav şer de jî, dema rêxistina terorê ya navneteweyî êrîş dikir jî wan derdor diparast. Li gorî min sedema vê ev bû ku di her pêngava wê de jin hebûn. Em dikarin di vir de dîsa vegerin ser rihê ‘jin jiyana azadî’.   *Herî dawî tiştekî hûn bêjin heye gelo?   Tişta ez bêjim spasî ye. Ji bo we hemûyan ji bo ku hûn ji bo me têdikoşin ez spasiyên xwe dikim. Şerê wan ji bo me dayika û keçên me yên pêşerojê ne. Her jin her Kurd di riya xwe de li berxwe dide. Di wan şeran de jinan têkoşîna xwe dan. Berxwedanê fêrî zarokên xwe dikin. Ev berxwedanek di navbera nifşan de ye.