'Siwêd bibe endamê NATO’yê wê ji êrişan re hîn bêtir vekirî be' 2023-07-29 09:05:15   Melek Avci    ENQERE - Ji Stokcholmê Doçend Lîly Katînka Svanberg, da zanîn ku ne zelal e ku bi endamtiya NATO’yê wê Siwêd çi qezenc bike û got: “Ji şer re wê hîn bêtir vekirî be. Siwêd an jî Fînlandiya nebin endamên NATO’yê wê bi êrîşên Rûsyayê re nehatiba rû hev. Lê bibe endamê NATO’yê wê ji êrişan re vekirî be.”    Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATO'yê di navbera 11-12'yê Tîrmehê de li Vilnusa paytexta Lîtvanyayê hat lidarxistin. Serokomar Erdogan ê ku beriya beşdarî civîna NATO'yê bibe daxuyanî da û got ji bo endamtiya Siwêdê ya NATO'yê "Got, ewil di Yekîtiya Ewropayê de rê li ber Tirkiyeyê vekin, wek Fînlandiyayê em jî rê li ber Siwêdê vekin". Erdogan ê ku beriya beşdarî Zîrveyê bibe daxuyaniyên tund da, roja ku beşdarî Lûtkeyê bû guh neda daxuyaniyên xwe yên tund ên der barê Siwêdê de û qebûl kir ku piştgiriyê bide endamtiya Siwêdê ya NATO'yê. Di hevdîtina Erdogan a bi Siwêdê re, Gelê Kurd û destkeftiyên wan careke din li ser maseyê hatin nîqaşkirin û hat diyarkirin ku bazar biryara tayînkirina "Koordînatorê Taybet ê Têkoşîna li Dijî Terorê" di nava tifaqê de ye.   Doktora Hiqûqê ya Naveneteweyî û ji Stockholmê Doçend Lîly Katînka Svanberg, endamtiya Swêdê ya ji bo NATO û Gelê Kurd ku wek mijara bazara şer tê axaftin nirxand.   * Beriya civîna NATO’yê ji aliyê endaman ve NATO wek ‘rêxistina mejiyê wê miriye’ dihat nirxandin. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?   Civîna NATO’yê ji bo Ukraynayê wek têkçûn dikare bê nirxandin. Ji 2014’an heta niha ez pevçûna Kirim, Dontsk û Luhansk dişopînim. Hikûmeta Ukraynayê bi Rûsyayê re di nava pevçûnekê de ye. Ji bo komarên Dontsk û Luhansk û piştre jî ji bo Kirimê bigire digot wê piştgiriya NATO'yê bigire. Ev xwe dispêre girtina Donetsk û Luhansk a ji aliyê Rûsyayê ve. Di esasê de kontrolên hikûmet û sînor a wan hebû. Rûsyayê ji bo şêniyên vir pasaportên Rûs dabûn. Bi piştgiriya leşkerên Rûs bi filîlî veqetiya bûn. Kirim di 2014’an de ji aliyê Rûsyayê ve hat îhlakkirin. Hevalên min ên Ukraynayê digotin ji bo di 2014’an de ji bo vê bigirin têdikoşin. Li gorî min Ukraynayê digot ji bo axa xwe bigirin wê NATO alîkariya wan bike. Ji ber vê Zelensk bi Pûtîn re neket hevdîtinên aştiyê. Ukrayna ji bo piştgiriya NATO’yê bigire gelek hewl da lê di encamê de NATO’yê zêde piştgirî neda wan û ji ber ne endam bû xeyalên wan têk çûn. Ev jî nîşan dide ku hikûmeta Ukraynayê hesabên şaş kiriye. NATO ji bo Ukraynaya di şer de ye endamtiyê nade. Pir aşkera ye ku NATO naxwaze di vî şerê dewletan de leşker bimirin."   ‘Siwêdî dibêjin qey wê NATO bê alîkariya wan’   Siwêdî dibêjin qey wê NATO bêyî ku tu bedelê bidin û tawîzê bidin bên wan xilas bikin. Di konsepta stratejîk a NATO’yê ji 2022’yan de ava kiriye, ligel Rûsyayê bi Çînê re eleqeder dibe.  Dibêje wê NATO li Asyayê berfireh bibe. Li gorî min ev fikrek nebaş a ji bo Ewropayîyan e. NATO mirina mejiyê xwe pêk neaniye. Lê zindîbûna wê li gorî tevger û armanca wê ye. Welatên NATO'yê ewlehiya xwe binpê kirin. Niha ji bo li dijî Rûsya, Çîn û heta li dijî Hîndîstanê xwe nîşan bidin divê bikevin pêşbirka çekan.   * Serokomar Tayyîp Erdogan ji bo biçe Zîrveya NATO’yê daxuyanî da û got ‘Ewil bên pêşiya Tirkiyeyê ya di Yekîtiya Ewropayê de vekin, piştre bêjin pêşiya Siwêdê vekin’. Piştî vê sekreterê giştî yê NATO’yê  Jens Stoltenberg piştgiriya ji bo Tirkiyeyê aşkera kir. Em li gotinan binêrin di nav vê demê de çi di navbera welatan de guherî?   Erdogan digot wê ji bo şerê li dijî Kurdan balafirên F-16 bigire. Lê çawa dibe ku pêşî li ketina Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê digirt, xwe sipart binpêkirina mafan û got na. Lê bi rastî yekane tişta guherî ev bû ku Siwêdê PKK şermezar kir ku PKK wek rêxistina terorê bi nav kir. Wezîrê Karê Derve yê Swêdê di 23’ê Hezîrana 2023’yan de ev gotibû. Siwêd ji bo daxwazên Erdogan pêk bîne di 3’ê Gulana 2023’an de qanûnên terorê nû kir. Di 7’ê Tîrmehê de li kesekî Kurd bi hinceta PKK fînanse kiriye çar sal û nîv ceza birî.   * Propagandayeke ku Tirkiyeyê di zîrveya NATO’yê de serkeftin bi dest xistiye heye. Hûn çi difikirin?   Ez dikarim bêjim ku Siwêdê serbixwebûna xwe winda kir. Siwêd ji bo xeyala xwe ya NATO’yê pêk bîne, her tişt erê kir. Ferq kir ku Tirkiye hêzek mezin e ku pê re gog nayê lîstin e. Tirkiye yek ji hêza herî xurt a NATO’yê ye. Tirkiyeyê bi awayekî ew naskirin bi dest xist. Tirkiye hêzeke ku hêzên wê yên leşkerî heye. DYA neçar ma bi Tirkiyeyê re muzakereyê bike.    * Di vê pêvajoyê de Kurd zêde hatin nîqaşkirin. Hûn vê çawa dinirxînin?   Di hiqûqa cemawerî ya navneteweyî de têgeha terorê tune ye. Ji ber vê şervanek azadiyê dikare wek terorîst bê îlankirin û ev lîstikek siyasî ye. Mînak xwendekarên min ên hiqûqê yên Siwêdê bombebarankirina YPG’ê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve şermezar kirin û gotin xemgîn in. Ev di heman demê de ji bo şewitandina Kuranê jî dikare bê hotin. Di Gulana 2023’yan de li Swêdê qanûna terorê ya nû hat qebûlkirin.    * Li gorî we tevî evqas binpêkirina mafan deriyên endamatiya YE’yê wê ji Tirkiyeyê re bê vekirin?   Na, YE û NATO ji hev cuda ne. Li gorî min Tirkiye ji derveyê Ewropayê bê girtin wê baştir be. Lê endamtiya YE û NATO'yê bi pîvanek mezin dişibin hev. Ji 2022’yan heta niha di stratejiya YE’yê de behsa NATO’yê tê kirin. Piştî şerê Ukraynayê konsepta nû ya NATO’yê ya ket meriyetê heman xwedî naverok û rojevê ye. YE behsa aborî, berxwedan û şerê Ukraynayê dike, NATO jî behsa beşa leşkerî ya ku piştgiriyê dide cezayên YE’yê dike. Li gorî min Tirkiye hema wisa bi hêsanî ji aliyê YE’yê ve wê neyê qebûlkirin.    * Hûn nêzîkatiya Siwêdê ya di demên dawî ya li hember Kurdan çawa dinirxînin?   Ez nêzîkatiya Siwêdê balkêş dibînim. Gelê Siwêdê ji dagirkirina Rûsyayê ya li Ukraynayê tirsiya li gorî min. Çapemeniya Siwêdê xetere her tim anî rojevê û di carekê de ji bo endamtiya NATO’yê hemû xetere dan alîkî. Mînak Demokratên Civakî ku piştgirî didan Kurdan jî di hilbijartinên îlona 2022’yan de guh dan rayagiştî.    * Di hemû têkiliyan de digerin digerin tên ser mijara Kurd. Hûn di vê mijarê de çi difikirin?   Divê Gelê Kurd wek gelekî ku dîroka wan li vê axê gelek kûr e û netewe bê nasîn. Li dewletên ku Kurdistan heye, qe nebe divê gelê Kurd qedera xwe bi xwe tayîn bikin û daxwazên xwe binîn ziman. Lê polîtîkaya heyî vê zehmet dike.    * Dema mijara NATO’yê tê nîqşakirin, mijara kê qezenc kir kê winda kir tê nîqaşkirin. Lê NATO rêxistinek şer e. Hûn vê çawa vedibêjin?   Şerê Ukraynayê karesetek e. Li Ewropayê kesî bertek nîşanê mirina Ukraynayiyan a di eniya şer de nedan. Vê bi rastî em matmayî hişt. Hevalên min ên Ukraynayê niha ji Zelensky hez nakin. Ji ber dibêjin ku zarokên biçûk kom dike û dibe eniyan. Der barê ku Zelensky çawa şer bi rê ve dibe de xeyalên wan têk çûne. Di hemû şeran de hilberînerên çekan di van şeran de jî bi ser dikevin. Ukraynayê endamtiya NATO'yê pir dixwest û ji ber vê ji bo şer amade bû. Lê mixabin wisa nebû. Li aliyê din wê NATO ji Siwêdê pir tiştî qezenc bike. Wê endamtiya leşkerî û stratejîk biqedîne. Siwêd li gel Rûsyayê xwedî axeke herî mezin a Ewropayê ye û hilberînerê çekan e. Fînlandiya jî xwedî artêşeke mezin a mîlyonekê ye. Ev ji bo NATO'yê wê qezenc be.