Rêxistina Efûyê: Li Îranê zexta li dijî jinan zêde bû 2023-07-27 14:25:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku zexta rayedarên Îranî yên li hemberî jinan gelekî zêde bûye.   Derbarê binpêkirina mafên jinan de Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî raporek parvekirin. Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî; rayedarên Îranê rêbazên zextê li hemberî jin û zarokên keç ên li dijî hicaba bi zorê derdikevin zêde kirine.    Di raporê de hat diyarkirin ku rayedarên Îranê li cihên giştî zexta li dijî jin û zarokên keç ên ku tercîh nakin serê xwe bigrin li seranserê welat zêde kirine. Di raporê de hat destnîşankirin ku berdevkê polîsan Saîd Muntazair El Mehdî di 16’ê Tîrmehê de ji bo dewriyeyên hicaba bi zorê pêk bîne careke din dest bi erk kiriye. Her wiha li jin û zarokên keç ên li gorî 'pîvanan' tevnagerin gefa pêkanîna zagonî hatiye xwarin.    Di raporê de hat bibîrxistin ku li gorî daneyên fermî ji 15’ê Nîsanê ve heta niha peyamên ku hişyarî didin milyonek zêdetir jinan re şandine û di wan de hatiye gotin ku dema jin bê hicab bikevin ber kamerayê, wê dest daynin ser wesayîdên wan. Her wiha hat ragihandin ku heta niha dest danîne ser 2 hezar wesayîdan, li tevahiya welêt ji 4 hezar zêdetir kes jî radestî darazê kirine.   Di daxuyaniyê de îşaret bi ‘pêşnûme biryara zagona piştgirîkirina çanda hicab û Îffetê’ pêşkêşî meclisê hat kirin û hat destnîşankirin ku bi pêşnûmeyê li qadên giştî û medyaya dîjîtal jin û zarokên keç ên ku bê hîcab werin dîtin mafê civakî û aborî jî di nav de wê rastî cezayên cuda yên ku mafên mirovan binpê dikin werin.