17 jin û 9 zarok hatin qetilkirin 2023-07-25 14:45:18     NAVENDA NÛÇEYAN - Di nava mehekê de li Îranê 17 jin û 9 zarok ji aliyê mêr ve hatin qetilkirin. Mirinên bi guman jî weke “întihar” ketin qeydan.   Li Îranê tundîtûjiya mêr di van demên dawî de zêde bûye, tenê di meha tîrmehê de 17 jin û 9 zarok ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. 2 jin berbi intiharê ve hate dehfdan, 4 jin hatin darvekirin. Mirinên bi guman jî weke întihar kete qeydan.    Li Îranê di meha Tîrmeh û Hezîranê de bûyerên tundîtûjiya beramberî jin û zarokan di çapemeniyê de hatiye teyisandin wihaye:   23'yê Hazîranê: Li taxa Hazane ya Tahranê di çanteyê sporê de cenazeyê jinek ku hatî parçekirin hate dîtin. Li bajarê Humeynişehr çar endamên malbetekê (dayik, dû xûşk û bav) ji ber sedemên nediyar ji aliyê kurê malê ve hatin qetilkirin.   26'ê Hezîranê: Li gundê Tafihan ya girdayî bajarê Şiraz zarokek 14 salî mala ku bav, dayik , xûşk û birayê wê têde da ber agir. Ji ber derketina agir ji endamên malê 4’an jiyana xwe ji dest dan.   30'ê Hezîranê: Jina 39 salî ku navê nayê zanîn, ji aliyê hevjînê xwe ê berê ve hate qetilkirin.   1’ê Tîrmehê: Li bajarê Durood ya Lorestan jinek û 3 zarokên xwe ên biçûk (Fatemeh, Hassan û Hossein Ghazî) bi awayek kuştî hatin ditin û weke întihar ketin qeydan.   2’yê Tîrmehê: Li Bamê Afsanah Shahiki ya 50 salî ji ber sûcê ku dixwaze hevjînê xwe bikuje hate darvekirin.   4’ê Tîrmehê: Ruqiya Balich ya 21 salî Belucî ji ber pirsgirêkên malbatê ji aliyê bavê xwe ve bi çekê hate qetilkirin.   4’ê Tîrmehê: Dû zarokên bi navê Lavîn û Evîn ku 3-8 salîne, ji aliyê bavê xwe ve bi îşkenceyê hatin qetilkirin.    5’ê Tîrmehê: Li bajarê Sirjan jina 38 salî ku navê wê nehat zanîn, ji aliyê 3 mêrên mirovê wê ve bi îşkenceyê hate qetilkirin.   5’ê Tîrmehê: Jinek ku zarokek 4 mehî heyî, ji aliyê hevjinê xwe ve hate qetilkirin.   6’ê Tîrmehê: Li gundê Ziveh ya girêdayî bajarê Piranşar jinek ciwan ya 18 salî bi navê Zilan Îvaz, ji aliyê bavê xweve bi hêceta ‘namusê’ hate qetilkirin.   8’ê Tîrmehê: Munira Siadat 32 salî û Shekralehi Hipotezo ku dixwastin bi zorê bidin zewicandin, bi sucê cînayetê hatin darvekirin. Li bajarê Fasa jina 22 salî ku navê wê nehat zanîn, ji aliyê endamê malbatê hate qetilkirin.