Foruma Femînîst a Cezayîrê hat lidarxistin 2023-07-25 13:54:43     NAVENDA NÛÇEYAN - Di Foruma Femînîst a Cezayîrê de ku ji aliyê Komeleya Tharwat Fatima N'Soumer ve bi dirûşma “Jin Jiyan e” hat organîzekirin, bal kişandin ser mafê jiyanê yê jinan.    Komeleya Tharwat Fatima N'Soumer bi hevkariya Weqfa Wekheviyê di navbera 23-24 Tîrmehê de li Cezayîrê rûniştina duyemîn a Foruma Femînîst a Cezayîrê li dar xist. Zêdeyî 40 jin ji parêzgehên cuda yên Cezayîrê, gelek komeleyên femînîst û parêzvanên mafên jinan beşdarî foruma ku bi dirûşma “Jin Jiyan e” hat lidarxistin bûn.   Endama Komeleyê Amîna Şebala diyar kir ku rûniştina yekemîn bi dirûşmeya “Hemwelatîbûna Jinê” pêk hat û têkildarî forumê ev tişt anî ziman: “Piştî rûniştina yekemîn bi serkeftî me li darxist, me rûniştina duyemîn bi dirûşmeya “Jin Jiyan e” li dar xist. Di rûniştina duyemîn de me xwest balê bikşînin ser qetlîamên jinan. Li aliyê din dema ku me bal kişand ser mafê jiyanê yê jinan, me qala tabûyên li ser jinê jî kir. Di forumê de navên jinên hatin qetilkirin jî hatin bibîranîn û beşên der barê bûyeran de hatin pêşkêşkirin.”   Di forumê de, Linda Gohar û Zahia Sharafi li ser piştgiriya hiqûqî, edalet û mekanîzmayên piştgiriyê yên ji bo jin û keçên ku mexdûrên şîdetê ne axivîn. Nadia Ait Zay qala têgeh û mercên femînîzmê û cudahiya di navbera qetilkirin û qetilkirina jinê de kir.   Di forumê de her wiha atolyeyên refleksê yên li ser pêşniyara plansaziyek çalakiyê ji bo alîkariya komeleyên jinan ên ku bi mexdûrên tundiyê re mijûl dibin û beşdarî nivîsandina qanûnên medenî yên li ser bingeha wekheviya zayendî bûn.