Li Efganistanê di mehekê de 16 jin û zarokên keç hatin qetilkirin 2023-07-24 14:46:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efganistanê di mehekê de 16 jin û zarokên keç hatin qetilkirin, mirina bi guman a jinan weke ‘întîhar’ hat qeydkirin.   Piştî ku Talîban li Efganistanê dagir kir, zext û tundiya li ser jinan di hemû warên jiyanê de berdewam dike. Hat diyarkirin ku li Efganistanê di navbera 22’yê Hezîranê û 22’yê Tîrmehê de herî kêm 16 jin û zarokên keç hatine qetilkirin, ku destavêtin, zewacên bi darê zorê, îşkenceya li girtîgehê û mirinên bi guman zêde bûne.   Bûyerên tundiya li ser jin û zarokan a di dîrokên cuda de wiha ne:   22'yê Hezîranê: Bibi Zehra ji aliyê hêzên ewlehiyê berê yê Talîbanê li bajarê Laşkar Gah li navenda parêzgeha Helmand hat girtin. Bîbî Zehra ku di girtîgehê de rastî îşkenceyê hat, piştre hat qetilkirin.   23'yê Hezîranê: Li bajarê Şebergan ê eyaleta Juzcanê jineke ciwan hat qetilkirin.   2'yê Tîrmehê: Li Kabulê jineke 28 salî ji qata çaremîn a mala xwe hat avêtin û hat qetilkirin.   4'ê Tîrmehê: Li navçeya Sançarkê ya eyaleta Sarpolê jineke ku nû zewicîbû bi guman jiyana xwe ji dest da. Mirina wê wek ‘întîxar’ hat qeydkirin.   6'ê Tîrmehê: Li bajarê Ainomina a parêzgeha Kandaharê, jinek ciwan a 30 salî ber bi xwekuştinê ve hat dehddan.    7'ê Tîrmehê: Jineke 18 salî li Meywand a parêzgeha Kandaharê ji aliyê mêrê ku pê re  zewîcî bû hat qetilkirin.   8'ê Tîrmehê: Li navçeya Hasanabad a Mezar-i-Şerîf cesedên mêr û jinekê bi yek destî hatin dîtin. Di heman rojê de li taxa Savaslar a bajarê Bamyan keçeke 18 salî ber bi întîharê ve hat dehfdan.    11'ê Tîrmehê: Li navçeya Arcûn a parêzgeha Paktîka ku keçeke 18 salî qetilkiri hat dîtin û keçeke 18 salî jî di heman rojê de li parêzgeha Cewzcanê ber bi întîharê ve hat dehfdan.   13'yê Tîrmehê: Talîban jinek û birayê wê li parêzgeha Xost qetil kir.   15'ê Tîrmehê: Li Behra Pencşîrê cenazeyê dayikekê û zarokê wê hat dîtin. Di heman rojê de jineke bîst salî ji aliyê mêrê ku pê re zewiciye xwe ve li parêzgeha Helmendê hat qetilkirin.   17'ê Tîrmehê: Li taxa 10. a Mezarî Şerîf jineke 55 salî piştî ku hat revandin hat qetilkirin.   18'ê Tîrmehê: Talîbanan hemşîreyek û birayê wê li parêzgeha Herat gulebaran kirin.   21'ê Tîrmehê: Bibî Hecra, di çil saliya xwe de, li parêzgeha Faryabê ber bi întîharê ve  ve hat dehfdan.