Li Endonezyayê keştiyek noqî avê bû: 15 kes mirin 2023-07-24 10:42:22     NAVENDA NÛÇEYAN - Li peravên girava Sûlawesî ya Endonezyayê keştiyek noqî avê bû. Tê gotin 15 kes mirin, 19 kes jî winda ne.   Li gorî daxuyaniya tîmên operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê, keştî nîvê şevê noqî binê avê bûye. Hate ragihandin ku di keştiyê de ku 40 kes hebûn, 6 kes hatin rizgarkirin, lê belê herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dane, 19 kes jî winda ne. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.   Hêjayî gotinê di sala 2018’an de li Sûmatrayê keştiyek noqî binê avê bûbû û zêdeyî 150 kes xeniqî bûn.