Talîban êrişî çalakiya jinan kir 2023-07-19 14:55:36     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Afganistanê li dijî hêzên Talîbanê mafê xwe ê bingehîn bi dest bixin daketin qadan û çalakî li darxistin, Talîban êrişî çalakiya jinan kir.   Piştî serdestiya Talîbanê hemû mafê jinan hatin astengkirin. Cihê kar li jinan hat qedexe kirin û hemû destkeftiyên jinan hatin hedef girtin. Ligel zexdan jî jinên efgan berxwedana xwe ya li dijî zilmê didomînin.    Jinê ku ji bo mafê xwe yê bingehîn ku ji aliyê Talîban ve hatin xespkirin bi dest bixin li Kabîlê dest bi çalakiyê kirin, Talîban êrişî çalakiya jinan kirin û gule li jinan reşand û gelek jin binçavkirin.