Ji ber ku serê xwe negirt mafê parastinê hat astengkirin 2023-07-19 14:34:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvana mafên jinan Sepîde Qalian ji ber ku serê xwe negirt, danişîn û mafê wê yê parastinê hat astengkirin.   Çalakvana mafên jinan Sepide Qalian ku di girtîgeha Evîn a Îranê de girtî ye, ji ber ku serê xwe negirtibû rûniştina dozê derbarê wê de hatiye vekirin, hat astengkirin.   Dadgehê got: “Tevî gelek pêşniyaran, bersûc Sepide Qalian qebûl nekir ku hîcab û adetên Îslamî bi cih bîne. Ji ber vê yekê ji bo parastina xwe ji dadgehê re nehat şandin.”   Sepide Qalian di Gulana derbasbûyî de bi tohmeta “Belavkirina zanyariyên nerast li ser medyaya dîjîtal û propaganda li dijî Komara Îslamî ya Îranê di medyaya dîjîtal de” bi 2 sal girtîgehê hat mehkûmkirin.