Di binçavan de destdirêjî li aktîvîsta efganî hat kirin 2023-07-05 10:48:56     NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîsta Mafên Jinan Elaha Delawarzî ku li Efganistanê hatibû binçavkirin, diyar kir ku Berdevkê Wezîrê Karên Hundir ê Talîban ê berê Karî Saeed Khostî destdirêjî li wê kiriye û bi darê zorê hewl daye wê weke kole bixebitîne.    Aktîvîsta Mafên Jinan Elaha Delawarzaî, di mijdara 2022’yan de piştî çalakiyekê hatibû binçavkirin. Elaha da zanîn ku di bin çavan de destdirêjî lê hatiye kirin û têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal agahî parve kir.    Elaha di daxuyaniya xwe de wiha got:    “Ez, xwedawenda cesaretê me. Berdevkê Wezîrê Karên Hundir ê Talîbanê yê berê û serokê niha yê Êtîmxaneyên Tora Hakkaniyê Karî Saeed Khostî piştî tecawizê bi darê zorê ez zewicandim. Îşkence li min kir, li min xist û gefên giran li min xwar. Min nexwest bibim koleya wî lê Talîban ji bo ku dengê min qut bike, ez xistim hefsê.    Ji mijdara 2022’yan heta nîsana 2023’yan, li Girtîgeha Îstîxbaratê ya 40’emîn Midûriyeta Talîbanê îşkence li min kir. Heta ceyran da organên min ên zayendî û pêsîra min. Hewl da bi darê zorê bi min îtîrafê bide kirin.    Endam û fermandarên Talîbanê di 15’ê tebaxa 2021’ê de îktîdar bi dest xist û ji wê rojê heta niha bi hezaran jin û keç bi darê zorê zewicandin. Û jin bi awayekî herî xerab tên tepisandin. Talîban, van qanûnên xwe yên zilmê tenê li dijî xelkê bêparastî yê Efganistanê têxe meriyetê. Lê tu cezayan nadin fermandarên Talîban. Lê tevî vê yekê jî dinya xalîçeya sor radixe ber pêyên Talîban.”