Li Îranê di 6 mehan de 354 kes hatin bidarvekirin 2023-07-03 16:44:20     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê diyar kir ku di meha hezîranê de herî kêm 52 kes û di nava 6 mehan de jî 354 kes ji hêla rejîma Îranê ve hatin bidarvekirin.    Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê Norveç e, da zanîn ku di meha hezîranê de li Îranê 52 kes hatine bidarvekirin. Her wiha rêxistinê ragihand ku di nava 6 mehan de herî kêm 354 kes ji hêla rejîma Îranê ve hatine bidarvekirin.    Li gorî rapora rêxistinê; di meha hezîranê de herî kêm 14 girtiyên belûc û 5 girtiyên kurd hatin bidarvekirin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di meha gulanê de jî 142 kes hatine bidarvekirin û bûyerên bidarvekirinê di meha hezîranê de ji sedî 63 kêm bûne.    Di berdewamiya raporê de daxuyaniya Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mahmood Amiry-Moghaddam jî hate dayîn. Amiry-Moghaddam, bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî cînayetan bêdengiya xwe bi dawî bikin û xwedî helwest bin. Her wiha bang kir ku ji bo xelaskirina girtiyên cezayê îdamê lê hatiye birîn bikevin nava hewldanan.