Li Sûdanê milyonek zarok ji warên xwe bûne 2023-06-16 15:37:45     NAVENDA NÛÇEYAN - ÛNÎCEF’ê diyar kir li Sûdanê ji meha nîsanê û vir ve ji ber şerên desthilatdariyê herî kêm milyonek zarok ji warên xwe bûne.   Li Sûdanê şerê di navbera artêşê û hêzên paramîlîter de, bandoreke neyînî li zarok û sivîlan dike.   Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (ÛNÎCEF) got “Li Sûdanê ji ber şerê ku du meh in didome, herî kêm milyonek zarok ji warên xwe bûne, 330 zarok hatine kuştin û 1900 zarok jî birîndar bûne.”   Li gorî ÛNÎCEF’ê li Sûdanê pêdiviya 13,6 milyon zarokan bi alîkariya mirovî heye.   Li gorî rapora dawîn a rêxistina civakî ya sivîl a bi navê ACLED’ê ji ber şerê li Sûdanê herî kêm 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.   Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) jî got herî kêm 2,2 milyon mirov ji welat derketine û 528 hezar kes jî çûne welatên din û bûne penaber.