Zarokên li daristanên Amazonê winda bibûn, hatin dîtin 2023-06-11 13:00:06     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kolombiyayê 4 zarokên ku bi ketina balafira yek motorê li daristanên Amazonê winda bibûn hatin dîtin. Zarok, hate hînbûn ku bi xwarina fêkiyan sax mane.   Di balafira Cessna 206 de, ku di 1’ê Gulanê de tevî 7 rêwiyan li herêma Amazonê ya li başûrê welêt ket, cenazeyên 3 mezinan tevî pîlot û dayika zarokan Magdalena Mucutuy hatibûn dîtin û hatibû ragihandin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên xwişk û birayên hev ên 13, 9, 4 salî û pitikê 11 mehî dewam dikin.   Serokomarê Kolombiyayê Gustavo Petro jî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê wiha parve kir: “Ji bo tevahiya welêt kêfxweşiyek e. 4 zarokên ku 40 roj berê li daristanên Kolombiyayê winda bûbûn sax hatin dîtin.”   Hate ragihandin ku di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de ku bi piştgiriya balafir û helîkopterên artêş û hêzên hewayî yên Kolombiyayê, bi taybetî kûçikan şopên fêkiyên ku zarokan dixwarin ji bo ku bijîn û stargehên ji pelên daran hatibûn çêkirin hatine şopandin.   Ji aliyê din ve der barê çar xwişk û birayên ku bi tena serê xwe li herêmeke bi ajalên kovî re ewqas demdirêj jiyane agahî nehat dayîn. Lê tê texmînkirin ku kabîleyên li herêmê dijîn dibe ku alîkariya zarokan kirine.