Shîma Ghoshe gazî îfadê kirin 2023-06-07 14:29:32     NAVENDA NÛÇEYAN - Di dema ku li Îranê ferzkirina hicabê ya li ser jinan didome de, parêzer Şîma Ghoşe gazî îfadê kirin.   Li Îranê ferzkirina hicaba li ser jinan didome. Parêzer, femînîst û aktîvîsta mafên jinan Şîma Ghoşe li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku ji aliyê Daîreya 1088’an a Dadgeha Cezayê Giran a Ershad a Tehranê ve ji bo îdadê bide hatiye gazîkirin. Li gorî nûçeya NûJINHA'yê Şîma diyar kir ku ew bi îdiaya "Bêyî cil û bergên mecbûrî li kolanan û li nava civakê ye" tê sûcdarkirin û divê di nava 6 rojan de îfade bide.   Parvekirina Şîma wiha ye: "Li ser giliyê Dadgeha Ewlehiya Exlaqî ji bo îfadeyê gazî min kirin! Hîn jî nizanim li hemberî min çi delîl hene ku min ewlehiya exlaqî xera kiriye û divê were arastekirin?"