‘Pêkanînên Talîban li dij mirovahiyê ye’ 2023-05-26 20:28:51     NAVENDA NÛÇEYAN - Di raporekê de ku ji aliyê Rêxistina Efûya ya Navneteweyî û Komîsyona Hiqûqnasan a Navneteweyî ve hat weşandin, hat diyar kirin binpêkirinên Taliban yên li hember jin û zarokan sûcên li dij mirovahiyê ne.    Li gor rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Komîsyona Hiqûqnasan a Navneteweyî ku roja Înê hat weşandin, pêkanînên Talîban ên hemberî jin û zarokên Afganistanê, sûc in li dijî mirovahiyê.   Rêxistinên analîza hiqûqî ya rewşa li Afganistanê kir, gihîştin vê encamê: “Talîban bi jinan re şer dike û ev zilm dibe sûcê li dijî mirovahiyê be.” Her du rêxistinên civakî yên sivîl, ji bilî sînordarkirinên hemberî mafên jin û zarokan, di raporê de balkişandin ser windakirin, îşkence û pêkanînên xerab yên Talîban. Di raporê de her wiha bang li dozgerên Dadgeha Ceza ya Navneteweyî jî hat kirin ku vî sûcî jî tevli lêpirsina heyî ya têkildarê rewşa  Afganîstanê bikin.   Di raporê de bang li dewletan jî hat kirin ku li dijî Talîbanê rayeyên darazê yên cîhanî bikarbînin û hat xwestin ku endamên sûcdar ên Talîbanê bên darizandin.