Talîban îşkence li du mamosteyên jin kir 2023-05-23 20:02:38   NAVENDA NÛÇEYAN- Li Afganîstanê, Talîban îşkence li du mamosteyên jin kir.   Li Afganîstanê Talîban ku rêveberî xist bin kontrola xwe êrîşên li hember jinan didomîne. Li bajarê Ataqah a eyaleta Bamyan, du mamosteyên jin Zahra Haîdarî û Şerîfe Rostamî yên li dibistana Dar el-Ulum mamostetî dikirin, ji aliyê endamên Talîban yên girêdayê wezareta perwerda Talîban ve hatin îşkencekirin.