Sumaya Hîjrat: Vexwendîkirina Talîban li jinan heqaret e 2023-05-18 09:02:27     Melek Avci   ENQERE - Aktîvîsta civakî Sumaya Hîjrat da zanîn ku NY’ê ji bo zîrveya Doha gazî Talîban a ku bi tundî û zextên li hember jinê tê zanîn kiriye û diyar kir ku ev nêzîkatî li seranserê welat rastî bertekan hatiye û wiha dirêjî dayê: “Em jinên Afgan ku di bin şert û mercên giran de têdikoşin li dijî Neteweyên Yekbûyî matmayî ne û gelek xemgîn in. Vexwendîkirina Talîban a ji bo zîrveya Doha tê wateya ku mafê jinan tune hatiye hesibandin.”   Di hefteya ewil a Gulanê de li paytexta Doha ya Katarê civînek pêk hat û wek nûneriya Afganîstanê Talîban ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatibû vexwendîkirin. Vê nêzîkatiyê deng dabû. Jinan bi rojan ev vexwendîkirina NY’ê şermezar kiribûn û bang li NY’ê kiribûn. Talîban ku li welat jiyan li jinan teng kiriye û zext û tundiyan dike, ji bo civînê hatibû vexwendîkirin. Jinan û gelê Afgan bertek nîşanê vê dan û wiha gotibûn: “Naskirina Talîban naskirina terorê ye.” Her wiha gotibû ku divê NY li gor rêgezan tev bigere.   Aktîvîsta civakî û Sumaya Hîjrat a di parastina Perwerdehiya Jinan de cih digire der barê helwesta NY û polîtikayên Taliban ên li welat ji ajansa me re axivî.   Li Afganîstanê her roj pêkanînek nû rû dide   Sumaya destnîşan kir ku zext û tundiyên Talîban ên li ser jinan didomin û wiha berdewam kir: “Ev depresyona li ser jinan zêde dike. Li seranserê welat her roj pêkanînek dikeve jiyanê. Mirov ji ber vê bêzar bûne. Xizanî, betalî di asta herî jor de ye. Jin hîna jî nikarin bixebitin. Ji bo jinan destûra xebatê tune ye. Jin û zarokên keç hîna ji mafê perwredehiyê bêpar in. Bi gelek jin û zarokên keç re depresyon û bêzarî heye.”   ‘Têkoşînek rêxistinkirî tunebû’   Sumaya her wiha ev tişt anî ziman: “Dema jin serî netewînin bi zextan re tên rû hev. Li dijî vê jin bi rêxistinbûnek xurt tênakoşin. Jinên Afgan ji bo van zextan van sînorkirinan boykot bikin hewldanek xurt nedan. Şermezarkirin bi awayên cuda belav hatin meşandin. Lê ev du sal in hemû welat Talîban nas nakin û ev bi saya jinên Afgan pêk hat. Jinên Afgan bang li welatan kir û pir ne xurt be jî encama vê hat girtin.”   ‘Li jinan heqaret e’   Sumaya balkişand ser vexwendîkirina Talîban a ji aliyê NY’ê ya ji bo zîrveya Doha û got tu welat Talîban nas nekin jî di rojên borî de hatiye vexwendîkirin û got ev nêzîkatî heqereteke li jinan e. Sumaya wiha pê de çû: “ Bi vê helwestê mafê jinan tune hatiye hesibandin. Em jinên Afgan ku di bin şertên giran de dijîn û têdikoşin, matmayî ne û gelek xemgîn in. Bi vê helwestê mafê jinan tune hatine hesibandin. Em vê biryara NY’ê qet adîlane nabînin. Talîbana ku tevli zîrveya Doha bûye gelê Afgan temsîl nake. Ji ber jinên ku mafên wan ji dest hatine girtin vê temsiliyetê qebûl nakin. Ev sînorkirinên Talîban bidomin wê  karaseta mirovahî pêk bê. Bi qedexekirina perwerdehiyê, bi qanûnên der barê jinan de hatine derxistin, tundiya li ser jinê bi awayekî îstatîstîkî û dramatik zêde bûye û gelek zarokên keç di bin tundiya psikolojik de ne. Ev tiştên min rêz kirine bi hedefên NY’ê re dikevin nakokiyan. Ji ber vê NY’ê bi qebûlkirina Talîban û vexwendîkirina Doha dijberê rêgezên xwe tev geriyaye.”   ‘NY divê hedefên diparêze nîşan bide’   Sumaya wiha bi dawî kir: “Peyama me ji bo NY’ê ev e, naskirina hikûmeta Talîban tê wateya mirina gel. Mirov dibêjin qey Neteweyên Yekbûyî kêr daye destê kujer. Divê jin van îxanetan ji bîr nekin. NY divê demildest qedexeya perwerdehiya ji bo jinan bide rakirin û hedefên xwe yên diparêze nîşan bide.”