Di salekê de herî kêm 883 kes hatine darvekirin! 2023-05-16 10:11:46     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî diyar kir ku di sala 22'yan de li 20 welatî herî kêm 883 kes hatine Li gorî Rêxistina    Rêvstina Efûyê ya Navnetweyî bi raporeke ku weşand diyar kir ku di sala 2022’an de li 20 welatan 883 kes hatine darvekirin. Rêxistinê diyar kir ku li gorî sala borî ji sedî 53 ev rêje zêde bûye.   Di raporê de hate diyarkirin ku li Çînê par bi hezaran kes hatine qetilkirin û hejmar neketiye qeydan. Hate diyarkirin ku di sala 2021’an de hejmara darvekirinê 520 bû û di sala 2022’an de jî bûye 825.   Darvekirinên li Îranê di sala 2021’an de ji 314 bû û ev hejmar di sala 2022’an de jî bûye 576. Li gorî raporê li Erebistana Siûdiyê di rojekê de 81 kes hatine darvekirin.   Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir  ku darvekirinên li cîhanê zêdetir e û got “Li Çînê hejmara kesên hatine darvekirin baş nayê zanîn û li vî welatî darvekirin gelekî zêde ye.”   Herwiha di raporê de hate diyarkirin ku li Kazakistan, Papûa Yenî Gîne, Sîerra Leone û Komara Efrîkayê ya Navîn ev sûc hatiye rakirin û li Gîneya Ekvatorê û Zambiyayê jî bi tenê ji bo sûcên edlî darvekirin hatiye rakirin.