Di çapemeniya Afganistanê de hejmara jinan kêm dibe 2023-05-04 15:27:01     NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya rojnamegerên Navneteweyî ya Afganistanê ragihand ku piştî Talîbanê Afganistanê desteser kir hejmara jinan di çapemeniyê de li gorî du salên berê ji sedî 64 kêm bûye.   Ji sala 2021’ê ve dema ku Talîbanê rêveberiya Afganistanê desteser kir, heta niha jiyana civakî heta jiyana xebatê û qadên giştî ji jinan re hatin qedexekirin. Yek ji van qadên ku ji qedexeyan bi bandor bûye çapemenî ye.   Li Afganistana ku azadiya çapemenî û fikir bi sînor e, bi qedexeyan re hemû tiştên bi navê azadiyê ji holê rabûn. Beriya Talîbanê 17 saziyên ragihandinê yên girêdayî jinan hebûn, îro ev hejmar daketiya 7'an. Yekitiya Rojnamegerên Navneteweyî ya Afganistanê ragihand ku di warê çapemeniyê de di nava du salên dawî de hebûna jinan ji sedî 64 kêm bûye.   Jin neçar dimînin bêyî ku heqê keda xwe bigrin bixebitin   Serokê Yekitiya Rojnamegerên Navneteweyî yên Afganistanê Ahmad Shah Fana di nirxandinên xwe de diyar kir ku li 22 bajarên Afganistanê rojnamegerên jin tune ne û li 12 bajaran xebatên wan hatine sînordarkirin. Di heman demê de rojnamegerên jin ji derveyî zextan, pirsgirêkên aborî yên cidî dijîn û gelek rojnamegerên jin tenê ji bo pîşeya xwe bikin bêyî heqê xwe bigrin dixebitin.   Li gorî îstatîstîkên saziyên alîkaraya ragihandinê li Afganistanê ji sedî 53 kes di nava du salên dawî de ji ber sedemên cuda bêkar mane û neçar mane dest ji rojnamegeriyê berdin