Li Îranê mamoste çalakvanên mafên karkeran hatin binçavkirin 2023-04-29 16:12:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên dewleta Îranê beriya 1’ê Gulanê gelek mamosta û çalakvanên mafên karkeran girtin.    Li gorî Ajansa NûJinha, hêzên ewlehiyê yên hikumeta Îranê bi ser mala berdevkê Sendîkaya Mamostayan a Tehranê Mihemed Habîbî de girt û tevî Mihemed gelek mamosta û çalakvanên mafên karkeran girtin.   Hevjîna Mihemed Habîbî Xadihej Pak Zamîr jî yek ji girtiyan e. Hat ragihandin ku di dema binçavkirinê de yek ji mamostayên jin krîza dil derbas kiriye û rakirine nexweşxaneyê.   Kesên girtî birin girtîgeha Evînê. Reyhaneh Ansarinejad, Asal Mihemedî, Hirad Pîrbadaxî, Anîşa Asadolahî, Sarwenaz Ehmedî, Kamyar Fekoor, Hassan Îbrahîmî, Jaleh Rouhzad û Aldouz Haşemî di nava çalakvanên girtî yên sewqî girtîgeha Evînê hatine kirin de ne.