UNISEF: 67 mîlyon zarok bê aşî mane 2023-04-20 18:46:50   NAVENDA NÛÇEYAN- UNICEF’ê diyar kiru navbera 2019-2021’ê de ji ber kovîd-19 67 mîyon zarok bê aşî mane.   Fona Alîkariya Zarokan (UNICEF) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kirku ji ber pandemiya kovîd-19 di navbera salên 2019-2021’ê de  xizmetên tenduristiyê asteng bûne û li seranserê cîhanê 67 mîlyon zarok nehatine aşîkirin.     UNICEF’ê di rapora amade kiriye de da zanîn ku di mijara aştiyên rutîn ên dema zarokatiyê de destkeftiyên bi zor hatine bidestxistin heliyane û ji 67 mîlyon zarok ji bernama aşiyê bêpar mane û 48 mîlyonî jî bi tevahî bê aşî mane.