Radyoya 'Dengê Jinê' dîsa dest bi weşanê kir 2023-04-09 12:23:02     NAVENDA NÛÇEYAN - Radyoya ‘Dengê Jinê’ ya ji aliyê Talibanê ve bi hêceta ku weşana polîtîkayê binpê dike hatibû girtin, dîsa dest bi weşana xwe kir.   Piştî Talibanê dest danî ser rêveberiya Afganistanê, jin di hemû warê xebatê de ji alyê Talîbanê ve hatin astengkirin hatin û ji gelek mafên xwe bêpar hatin hiştin.   Talîbanê herî dawiyê di 30’ê Adarê de istasyona radyoya ‘Dengê Jinê’ ya li Bedahşan girt. Hat zanîn ku îro radyoya ‘Degê Jinê’ dîsa dest bi weşanê kiriye.