Jinan qedexeyên Talîban şermezar kirin 2023-03-25 16:50:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Mezar-ı Şerif yê Efganistanê jinên ku daketin qadan, qedexekirina jin û zarokên keç a çûyîna dibîstanan a ji aliyê hêzên Talîban ve şermezar kirin.   Li Afanistanê bi destpêkirina dema dibîstanê re li bajarê Mezar-ı Şerif jinê ku hatin gel hev qedexeyên Talîban yên di qada perwerde û xebatan de ji bo jinan di 24’ê Adarê de şermezar kirin.   Jinên ku beşdarî çalakiyê bûne di daxuyaniyê de diyarkirin ku perwerde mafê bingehîne û divê Talîban vê mafê îhlal neke û bang li gelê Efgan kirin ku li dijî qedexeyan bikevin tevgerê. Her wiha gotin ku heta ku qada perwerdê ji bo jinan neyê vekirin wê têkoşîna xwe bidomînin.   Jinan ev qedexe weke "Di sedsala 21’an de rezaleta dîrokî tê jiyîn" bi nav kirin û bi bîrxistin ku divê saziyên navnetewî ji bo jinên Efganî berpirsiyartiya xwe bi cih bînin.   Di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku jin ji perwerdeyê bê par tê hêlan û civak rastî karesatek a mirovê tê hiştin û wiha hat gotin: “Em weke xetek ku mafê perwerdeya zarokên keç di parêzin, em bang li rayedarên cîhanê û saziyên navnetewî dikin, li Efganistanê ji bo zarokên keç dibîstan were vekirin gavên bi cesaret bi avêjin.”