Li Fasê dijî tundiya li ser jinan kampanya hat destpêkirin 2023-03-08 16:49:07     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fasê ji aliyê Tevgera Femînîst ve bi dirûşma "2323 Li dijî pergala baviksalarî em daxwazên xwe bidin bihîstin" kampanyaya li dijî tundiyê hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya 23 rojan de wê jin daxwazên xwe ji raya giştî re ragihînin.   Li gor nûçeya NuJINHA'yê li gelek welatên cîhanê jin bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxwazên xwe tînin ziman. Li Fasê ji aliyê Tevgera Femînîst “Malî” ve bi dirûşma “2323 Em daxwazên xwe yên li dijî pergala baviksalarî ragihînin” kampanyayek hat destpêkirin. Armanca kampanyayê mijarên bidawîkirina tundiya mêran û jiholêrakirina cihêkariyê ye.   Kampanya wê 23 rojan bidome.   Tevgerê da zanîn ku ji bo daxwazên xwe yên li dijî pergala baviksalarî ragihînin dê "hashtag 2023" li ser medyaya dîjîtal bi zimanên erebî û îngilîzî bê parvekirin, tevger da zanîn  ku kampanya wê 23 rojan bidome. Tevger diyar kir ku dê kartên ku hin xalên Qanûna Malbatê hene jî bên amadekirin û got ku dê 23 peyam bi rêya kartan bên weşandin.   'Kampanya wê têkoşînê ronî bike'   Çalakvanê mafên mirovan li Fasê Îbtîsam Laşkar der barê kampanyayê de wiha got: “Armanca kampanyayê ronîkirina têkoşîna li dijî tundiyê ye. Qanûna Malbatê ya Fasê ku di sala 2004’an de hat derxistin, divê were guherandin, bi berfirehî were nûkirin, qanûnên cihêkar ên ku şîdetê didomînin divê ji qanûnê werin derxistin, ol û karûbarên dewletê werin veqetandin. Di Qanûna Malbatê de pirsgirêkên mezin hene ku bandorê li ser rewşa jinê ya di nava saziya zewacê de dike û bi rêgezên wekheviyê re nakokî ye. Divê hin mijarên wekî mîras, pirzewacî, mafê parêzgeriyê, dozên hevberdanê, zewacên temen biçûk de ji nû ve werin nirxandin. Divê wekheviya jin û mêr bi awayekî bi bandor pêk were. Divê mafên jinan bi awayekî qanûnî bên mîsogerkirin.”