Berxwedan li her derê ye: Jinên Afgan ji bîr nekin 2023-03-05 09:06:05     Melek Avci   ENQERE - Shahîra ku yek ji jinên li Afganîstanê 8’ê Adarê pêşwaz dike wiha got: “Talîban dikare deriyê dibistan û zanîngehan bigire lê nikare dengê me bibirîne. Wê rojekê jinên Afgan cehaletê tune bikin. Em ê 8’ê di Adarê de dengê xwe bilind bikin.”   Jin ji bo jiyaneke wekhev îsal 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pêşwaz dikin. Yek ji welatên ku berxwedana jinê lê mezin dibe Afganîstan e. Piştî Afganîstan ket bin kontrola Talîban şûnde her çiqas mafê jinan bê binpêkirin jî berxwedana jinan didome. Jinên Afgan îsal jî li dijî zextan bi têkoşîna dimeşînin 8’ê Adarê pêşwaz dikin. Jina bi navê Shahîra ku yek ji van jina ye û ji ajansa me re axivî ji ber ewlehiyê paşnav neda.   ‘Zext zêde bûn’   Shahîra got Talîban di civakê de tu cih ji jinê re nehiştiye û zewacên zarokan zêde bûne. Shahîra wiha berdewam kir: “Ev du sala Talîban Afganîstanê birêve dibe û jin êşên mezin dikşînin. Beriya Talîban jî rewşa jinan pir nebaş bû lê du salên dawî de jinan kêm be jî di civakê de cih girtibûn. Lê piştî Talîban hat jin tune hesibandin.  Ji mafê perwerdê bêpar dihêle. Zewacên zarokan her diçin zêde dibin. Nahêlin jin biçin parkan, cihên din. Nahêlin jin tenê bigerin.”    ‘Xeyalek min hebû lê êdî rê tune ku ew xeyal pêk bê’   Shahîra destnîşan kir ku ew xwendekaran serkeftî ya zanîngehê bû û wiha domand: “Jin wek mirov jî nayê qebûlkirin. Talîban xeyalên min ji dest min girtin. Ev du salên dawî salên tarî yên jiyana min bûn. Me tecrubeyên bi êş jiyan. Ez ji dibistan û zanîngehê serkeftî mezun bûm. Xeyala min ev bû ku karekî baş bibinim û lisansa bilind bikim. Lê niha riya ku em xeyalên xwe pêk bînin nemaye. Bi rastî ev mirovan gelek xemgîn dike.  Beriya Talîban bê ez dixebitîm. Lê piştî Talîban hat ez ji kar hatim derxistin. Min li zanîngehên taybet mamostetî kir lê niha hemû zanîngeh ji jinan re hatin girtin. Hemû jin hepsê malê hatine kirin.”   Zext û qedexe zêde bûn   Shahîra bi lêv kir ku jin li plana dawî ne, nikarin derkevin derve û got: “Nikarin bi malbatên xwe re jî derkevin derve. Talîban jiyana me tune kiriye. Mudaxaleyê hemû jiyanê kiriye. Em nikarin perwerda xwe bidomînin. Dibêjin tenê cil û bergê reş û fireh li xwe bikin.Ez nikarim tenê bigerim, tenê biçim cihekî. Em ji her tiştî bêpar hatin hiştin. Her qadên perwerdê li jinan haitne girtin.”   ‘Talîban nikare me bêdeng bike’   Shahîra wiha dirêjî dayê: “Jin li dijî zextan di riyeke têkoşînê de hatin gel hev. Jin li vir li dijî qedexeyan faliyetan dimeşînin. Jinên ciwan û perwerdekirî li dijî newekheviyê têdikşin.Ez jî li dijî vê têdikoşim.Çi ji destê min tê ez dikim.  Talîban dikare dibistanan zanîngehan bigire lê nikare dengê me bibire. Talîban nikare me bêdeng bike. Em 8’ê Adarê dikarin bi têkoşîna li dijî newekheviyan pêşwazî bikin.Em rewşa jinên Afgan ji hemû cîhanê re vebêjin em vebêjin ku jin ji hemû mafên xwe bêparin û bila hemû jinên cîhanê bibin yek têbikoşin.  Ji bo jinên Afgan neyên jibîrkirin divê em rewşa wan vebêjin.”