Li Tacikistanê bi hêza 7.2 erdhej pêk hat 2023-02-23 11:50:37     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tacikistanê bi hêza 7.2 erdhej pêk hat. Lê hat diyarkirin ku di erdheja pêk hatiye de tu kesî jiyana xwe ji dest nedaye.    Navenda Tora Erdhejê ya Çînê (CENC) ragihand ku li Tacikistanê bi hêza 7,2'an erdhejek pêk hat. Li gorî daxuyaniya CENC'ê, li nêzî sînorê Herêma Xweser a Uygûr a Sîncanê ya li bakurê rojavayê Çînê û Herêma Çiyayî ya Bedaxşanê ya li rojhilatê Tacîkistanê erdhejeke bi hêza 7,2'an pêk hat.   Ji aliyê din ve Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) hêza erdhejê 6,8 û navenda wê jî  67 kîlometre li rojavayê bajarê Murghob ê li aliyê sînorê Tacîkistanê ye nîşan da.   Der barê kuştî û birîndaran de agahî nehatin bidestxistin   Ji ber erdhejê heta niha tu kesî jiyana xwe ji dest nedaye. Hat ragihandin ku lêkolînên ku ji bo tesbîtkirina zerara malî li herêmê hatiye destpêkirin dewam dike.   Medyaya dewletê ya Çînê ragihand ku trênên rêwiyan ên li beşa Aksu-Kasgarê dixebitin seferên xwe dane sekinandin.   Li gorî medyaya Tacikistanê, li paytext Duşanbeyê jî erdhej kûrahiya 10 kîlometreyan hatiye hîskirin. Çapemeniya Tacîkistanê jî nivîsand ku di bûyerê de heta niha tu ziyanan di warê jiyanî de çênebûye.